Rûsyayê pêgehên çekdaran li nêzikî rêya Efrîn-Ezazê kirin armanc
.
Balafirên şer ên Rûsya 3 êrîş li dijî pêgehên çekdarên opozisyona Sûriyê li nêzîk rêya Erfrîn - Ezazê pêk anîn. Tirkiyê jî çend cih li derdora herdû gundên Meyase û Zernehît ku di destê hêzên Kurdî de ne topbaran kirine. Herwiha li gorî daxuyaniyeke HSD, hêzên Tirkiyê, di 24 demjimêran de, 53 gund topbaran kirine.
Ji çend rojan ve, şer, pevçûn, topbaran û bombebaran li tevahiya navçeyên rûbirûbûnê Rojavayê Kurdistanê, li bakur û rojhilat û bakur û rojavayê Sûriyê, di nav hemû aliyên dijberî hev de tund û dijwar bûne.
Roja înê, piştî nîvro, balafirên şer ên Rûsyayê 3 êrîş li dijî pêgehên çekdarên opozisyona Sûriyê li nêzîk rêya Erfrîn - Ezazê pêk anîn.
Di heman rojê de, topxaneya Tirkiyê çend cih li derdora herdû gundên Meyase û zernehît ku di destê hêzên Kurdî de ne topbaran kirin.
Di daxuyaniyekê de, ligel parçe videoyekê, Hêzên Rizgariya Efrînê, ragihandine ku li rojên 9 û 10ê Gulanê, hêzên wan operasyon li dijî çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, li gundê Mêremînê û bajarokê Rahî kirine. Li gorî daxuyaniyê, di herdu operasyonan de 3 çekdar hatine kuştin û 2 çrekdar jî birîndar bûne.
Dîmenên cenazeya hejmarek serbazên Sûrî ne li nav bajarokê Nubul li bakurê rojavayê Helebê hatin belavkirin. Li gorî çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê, çekdarên artêşa niştimanê baseke artêşa Sûriyê bi rokêteke konkors li rojavayê Helebê kirine armanc. Di encamê de, 12 serbaz hatine kuştin û 14 serbazên din bierîndar bûne.
Derbarê zêdebûna şer û aloziyan û egera derketina şerekî berfireh di navbera aliyên cuda ên şer de li Sûriyê, Dr. Sadedîn Mela, siyasetmedarê Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Siyasetmedar Dr. Sadedîn Mela behsa zêdebûna şer û aloziyan de û ihtîmala derketina şerekî berfireh di navbera aliyên cuda ên şer de kir û got: “Şerên li herêmên me derdikevin, ez di wê baweriyê de me ku girêdayê şerê niha li Ukraynayê ye. Tirkiye dixwaze wê derfetê ji xwe re kar bîne. Rûsya jî dixwaze fişa li ser peywendiyên di navbera Tirkiye û Ukraynayê de bike.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di nava 24 demjimêran de, hêzên Tirkiyê 53 gund topbaran kirine.
Li gorî daxuyaniyeke Navenda Ragihandina HSD, ku roja 13 Gulanê hatiye belavkirin, hêzên Tirkiyê, bi dirêjahiya 280 kîlometre, ji nahiyeya Şêrawa li başûrê Efrînê û heta Minbic, Kobanî, Wyn Îsa, 53 gund bi 40 ton madeyên teqîner topbaran kirine.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin