Sala 2019an li Tirkîyê 100 rojname hatin girtin
Parlementerê CHPê yê bajarê Îzmîrê Atîla Sertel, raporek di derbarê zextên li ser ragihandinê di 2019an de amede kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Di raporê de, tê gotin ku, di nav dezgehên ragihandinê yên fermî de, bi giştî 684 rojname hene li Tirkîyê û di çarçoveya walîtîyan de jî li wî welatî, 422 rojnameyên heremî hene ku bi giştî li Tirkîyê 1106 rojname hene.
Di raportê de tê dîyarkirin ku di sala 2019an de 100 ji wan rojnameyan di sala derbasbûyî de hatine girtin.
Li alîyê din di raporê de tê dîyarkirin ku, 7 hezar û 593ê rojnemevan di rojnameyan de kar dikin. 15 hezar çapxane û nivîsîngeh jî dixebitin. Lê rêjeya bêkarîyê di nav ragihandinê de ji sedî 30 bilind bûye. Di nav 10 salên dawîyê de jî, hêjmara rojnemevanên bê kar gihaye 10 hezar kesî. 108 rojnemevan jî hatine girtin û di heyama 5 salan de jî, 3 hezar û 804 nasnameyên rojnamevanî hatine betal kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin