Sala 2020'an bila bibe sala Baba Tahirê Hemedanî
Nivîskarê Diyarneme.comê Cîhan Roj pêşnîyar dike di sala 2020'an di edebîyata kurdî de Baba Tahirê Hemedanî derkeve pêş.
Navenda Nûçeyan- Cîhan Roj li ser hesabên xwe yên tora civakî pêşnîyara xwe belav kir: "Di sala 2020'î de edebîyata kurd bi sernavê 'BABA TAHIRÊ HEMEDANÎ DIXWÎNIM' wî bikin mijar û bi bîr bînin. Bo sala 2020'an amadehîyan bike, Baba Tahirê Hemedanî binase, berhemên wî bixwîne."
Li ser pêşnîyarê, Cîhan Roj sedema vê pêşnîyarê wisa dibêje: "Gerek Baba Tahirê Hemedanî wekî Ehmedê Xanî û pêşengên din di edebîyata kurd de were rojevê, were gengêşîn, bibe referans û mîrateya edebîyata kurd. Li dinyayê zêde nayê zanîn ku Baba Tahirê Hemedanî şaîrekî kurd e. Bo têkilîya edebîyata kurd û edebîyata dinyayê ew dikare bibe destpêk. Di gelek çavkanîyan de ew wekî ‘Şaîrê Îranî’ tê destnîşankirin, nabêjên şaîrê edebîyata farisî û nabêjin şaîrê edebîyata kurd jî. Her wiha di edebîyata kurdî de jî bi awayekî psîkolojîk, bi gelemperî, ew wekî şaîrekî kurd nayê hîskirin li axaftin û nivîsên şaîrên vê demê binihêrin Ehmedê Xanî wekî nirxeke moralê bi bîr tînin lê navê Baba Tahirê Hemedanî bi bîr naynin ew jî delîl e ku an bawer nakin an jî jiber û durişme nahêlin ew serê xwe bi Baba Tahir re biêşînin! Divê em baştir wî bixwînin, nas bikin, helbet ji nasînê meqseda min ew e em wî wekî şaîrekî mezin ê edebîyata kurd binasin. Baba Tahirê Hemedanî û Ehmedê Xanî bi tevî Melayê Cizîrî, Elî Herîrî û Feqîyê Teyran, Melayê Batê…tabloyê temam dikin."
Roj dibêje lêkolînerekî tirk ew di lêkolîna xwe de wekî yek ji şaîrên kurd nîşan daye ku ew lêkolîner ji alî sazîyên dewletê ve hatîye destek kirin û dibêje ku divê kurd wî baştir bixwînin, em karibin berhemên wî wekî Mem û Zînê bibînin ku taybetîyên wî yên balkêş ji alî lêkolîneran ve hatine destnîşankirin.
Di Ansîklopedîya Îslamê ya dîyanetê de li ser Baba Tahir Hemedanî wisa tê nivîsandin: "Ne rihet e meriv karibe di berhemên Baba Tahirê Hemedanî de eşqa îlahî û eşqa dinyewî ji nav hev derxe. Welhasilî kelam piranîya çarînên wî derheq eşqa dinyewî de ne. Yek ji taybetîyên şiîrên wî ew e ji ber ku wî perwerdehîya tesawifê nedîtîye hest û xeyalên xwe bêyî serî li fîşalîyê bide daye der." Cîhan Roj van gotinan bibîr tîne û vê lê zêde dike: "Wan wisa nivîsîye. Lê em çawa lê dinêrin, çawa dinirxînin, helbesta wî dixin ku derê? Lazim e em li ser van bisekinin û wî baştir binasin. Loma sala 2020'an de ew derkeve pêş dê baş be."
Baba Tahirê Hemedanî ku di sedsala 11'an de jîyaye dîwana wî bi navê "Dubeytî / Baba Tahirê Uryan" ji alîyê Weşanên Nûbiharê ve hatîye derxistin.
Weşanên Avestayê bi navê “Baba Tahirê Uryan” pirtûkek weşand ku bi kurdî û tirkî ye.
Bi kirmanckî jî ji Weşanên Astun bi navê "Dîwonê Baba Tahirê Uryan'î" pirtûk hatibû çapkirin.
Dîsa hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê helbestên wî wekî klam vexwendin û bi navê "Dîwan-a Dubeytî" albumek derxistin.
Her wiha bi tirkî jî hin pirtûk li ser Baba Tahir hatine amadekirin, helbestên wî bi wergera tirkî hatine weşandin.
Çavkanî: Dîyarname
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin