Salih Gedo: Amerîka û Fransa hewldanek cîdî didin bo yekrêzîya kurdî

Salih Gedo: Amerîka û Fransa hewldanek cîdî didin bo yekrêzîya kurdî

Şandeke dîplomasî ji Wezareta Derve ya Fransayên ji bo nêzîkirina alîyên sîyasî li Rojavayê Kurdistanê bi ENKSê û Hevbendî re civîyabû, berî wê jî şandeke Amerîkî jî bi partîyên Rojavayê Kurdistanê re civîyabû.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li ser wan civînan û destpêşxerîyên yekrêzîya alîyên Kurdî, Serkirdê di Hevbendî Salih Gedo ji K24ê re ragihand, berî demekê jî destpêşxerîya Fransî ji bo yekrêzîya tevgera Kurdî li Sûrîyê hebû û hin hevdîtin li Fransayê hatin kirin. Lê niha Amerîkî hewleke cidî bo yekrêzîya Kurdî dikin, şanda Fransî jî wê yek dikin di wê çarçovê de bi serokatîya Hevbendî re civîya û guftûgo di wê derbarê de hatin kirin.

Derbarê amadehîya alîyê Kurdî ji yekrêzîyê re, Gedo got: Pêştir rêkeftinên Hewlêr 1 û 2 û Duhok hatibûn kirin, lê dîyar bû ku tevgera sîyasî ji wê yekrêzîyê re ne amade bû. Niha rewş gelekî hestîyar e û divê tevgera Kurdî hest bi berpirsatîyê bike û berjewendîyên netewî di ser berjewednîyên partîtî re bigirin. Bi yekrêzîya me, dikarin mafên qezencên netewî û niştimanî bidest bixin.

Salih Gedo tekez kir, rewşa tevgera sîyasî ya Kurdî piştî hevdîtinên bi alîyên Amerîkî û Fransî re, ji rewş berê baştir e, ku civînê hevbeş di navbera alîyên Kurdî de çê bûn, bi taybet di navbera ENKS û PYDê de, ku bi hev re pirsgirêkên xwe guftûgo kirin.

Amaje bi wê jî da, ew bi hêvî ne di rojên pêş de civîn yan kongreyeke giştî ji hemû hêzên Kurdî yên li ser erdê çalak in girê bidin, ta bikarin wek lêvegereke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çê bikin.

Aşkere kir jî, wan wek Hevbendî ji alîyê Amerîkî û Fransî re pêşnîyaz kirin, ku kongreyeke giştî ya tevgera sîyasî ya Kurdî bi serperiştîya Amerîka û Fransa bê girêdan û tê de lêvegereke Kurdî bê avakirin. Piştî wê ji bi opozîsyona Sûrîyê ya niştimanî re li ser projeyeke niştiman ji bo pêşeroja Sûrîyê ku Kurd tê de hevpereke rastî be lihev bikin, di çareserkirina krîza Sûrîyê de. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin