Salih Muslim: Divê ENKSê bê merc tevlî Rêveberîya Xweser bibe

Salih Muslim: Divê ENKSê bê merc tevlî Rêveberîya Xweser bibe

Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) radigihîne, girtîyên sîyasî li Rojavayê Kurdistanê nîn in û divê ENKS bê merc tevlî sazîyên Rêveberîya Xweser bibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hevserokê Desteya Pêwendîyên Derve yê PYDê Salih Muslim derbarê pirsa yekrêzîya Kurdî û avakirina bawerîyê di navbera alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, ti girtîyên sîyasî di zîndanên Rêveberîya Xweser de nîn in. Divê ENKSê jî bê merc tevlî Rêveberîya Xweser bibe û ti kesek jî mercan qebûl nake.

Ev daxuyanîya Salih Muslim piştî wê yekê tê, Fermandarê Giştî yê HSDê pêr di twîttekê de dîyar kiribû, xebatên wan ên avakirina yekrêzîya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin. Di rojên pêş de, gavên avakirina bawerîyê dê bên avêtin.

Herwiha di wê çarçovê de jî duhî Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihand, ta bawerî di navbera hemû rêxistinên sîyasî û îdarî de bê avakirin, ti astengî li pêş ENKSê nîn e nivîsgehên xwe veke û karê xwe ya sîyasî, civakî û ragihandinê bike û pêwîst nake rêdanên ewlehîyê yên pêşwext werbigire.

Derbarê dosya girtîyên sîyasî û kesên hatine windakirin de jî, Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan roja 15ê vê mehê radestî HSDê kir, Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk anîye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bike.

Li ser pirsa yekrêzî û yekhelwestîya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, berpirsên ENKSê dibêjin, ENKSê pêştir çend rêkeftin bi PYD/Rêveberîya Xweser re kirine, lê ew pabendî ti rêkeftinekê nebûne û bi ser de jî endam û nivîgehên ENKSê girtine, ji bo yekrêzîyê divê destpêkê bawerî bê avakirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin