Salvegera destpêkirina êrişa bo ser Efrînê
.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ku navê (Artêşa Niştimanî) xwe kirine, roja 20/01/2018 li êrîşa bi navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” li dijî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin.
Hejmara çekdarên wan grûpan ku li gel artêşa Tirkiyê beşdarî êrişa bo ser Efrînê bûn, bi 30,000 çekdarî tê texmînkirin.
23/03/2018 medyaya Tirkî jî ragihand ku Enqere 1000 efserên polîs ji bo Herêma Efrînê rahênan dike.
Piştî 58 rojan ji şer, pevçûn û topbarankirinê, û piştî dagîrkirina hemû navçeyên wê herêmê, 18/03/2018 bajarê Efrînê jî, kete jêr kontrola wan hêzên êrîşker.
Guhertina demografiyê
Li gorî raporteke “Peymangeha Zanîngeha Ewropî”, di sala 2012an de, hejmara nişteciyên Efrînê 523,258 kes bû.
Bi ser wê hejmarê de jî, 150,000 koçberên navçeyên din ên Sûriyê, ku ji ber şer û bombebaranan koçber bibûn, li Efrînê bicih bibûn. Bi wê yekê hejmara giştî ya nişteciyên Herêma Efrînê gihiştibû derdora 673,258 nişteciyan.
Berî encamdana Operasyona bi navê “Çiqlê Zeytûnê” jî, hejmara nişteciyên bajarê Efrînê, ku ew jî Kurd bûn, 350,000 kes bû,
Ji tevaya wê herêmî jî, 300,000 Kurd koçber û derbider bûn.
Di Berfanbara 2019an de, 150,000 Kurd li nav bajarê Efrînê mabûn, ku 70,000 ji wan zarok û 45,000 jin di nav wan de bûn.
Çalakvanên Kurd jî dibêjin, 150,000 welatiyên Kurd li nav bajarê Efrînê mane, ew jî nîvê hejmara wan a berî krîza Sûriyê ye.
5,000 kesên din jî, ji Herêma Efrînê koçberî derveyî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûn.
145,000 kesên din bûne koçberên navxwe, li navçeyên Şehba, Til Refeet, Heleb û Cizîra Rojavayê Kurdistanê niştecî bûne.
Kampên li herêma Şehbayê
Ji wê hejmarê 60,000 kes, ku ji 12,000 malbatê pêk hatibûn, li nav kampên navçeya Şehbayê bicih bûn, ew jî kampên “Berxwedan, Serdem, Efrîn û Şehba” ne.
Li gorî heman zanyariyan, Nîsana 2018, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, dest bi cîbicîkirina proseya guherîna demografî kiriye, ku tê de, heta niha ew prose berdewam dibe, bi awayekî, li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan- Efrîn, bêhtir ji 300,000 koçberên hawirde yên navçeyên Xûteya Rojhilatê Şamê, Deraa, Hims, Elbab û Idlibê li şûna welatiyên resen ên wê herêmê bicih kirin, ku beşekî mezin ji wan malabatên hawirdekirî, kesûkarên çekdarên ser bi Tirkiyê ne, û dest danîne ser mal, milk, dar û zeviyên Kurdên Efrînê.
Zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, nîşanê bi wê yekê didin ku, berî êrîşa Tirkiyê 97% ji nişteciyên wê herêmê Kurd bûn. Lê aniha bi sedeama guherîna demografîk bi rêjeya nêzîkî 70% ji nişteciyên Efîrnê bûne Ereb û Tirkmen.
Li gorî amarekê ku ji Encûmena Xwecihî ya Efrînê hatiye wergirtin, hejmara Koçberên hawirdekirî ku di sala 2019 de, gihiştine bajarê Efrînê, 87,936 kes bû.
Dawiya Gulana 2019an, nêzîkî 2,600 malbatê, xelkên parêzgeha Hemayê hatin veguhastin bo Efrînê.
17/05/2019 Encûmena Xwecihî ya Efrînê dest bi dirustkirina nasnameya nû ya nişteciyên wî bajarî kir û nasname da hemû koçberên hawirdekirî û wateya vê yekê jî ew e ku ew koçber hetheta weke xelkên Efrînê bimînin û weke koçberên hawirdekirî li wan neyê nerîn.
28 pêgehnên şûnwarî hatin talankirin û jinavbirin.
Bêhtir ji 15 mezargehên olî yên Kurdên Êzdî hatin wêrankirin.
Sîstema Aborî
Berî sala 2011an, nêzîkî 75% ji xelkên Efrînê, mijûlî karê cotkarî û çandiniyê bûn.
Berî êrîşa Tirkiyê, hejmara darên zeytûnan li Herêma Efrînê gihiştibû 22 milyon darê, lê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, dest danîne ser 90% ji berhema zeytûnan.
Bi dehên hezaran darên mêweyên cudacuda jî hebûn.
Hejmara giştî ya darên ku heta niha hatine ji aliyê çekdaran ve birrîn û şewitandin, 1,550,000 dar e.
Ji wan 700,000 darên daristanan in.
Li gorî heman raporta “Peymangeha Zanîngha Ewropî”, di sala 2018an de, bi bihayê bêhtir ji 70 milyon euro zeyta zeytûnan a Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, li bazarên Ewropayê hate firotin.
Piştî dirustbûna Encûmenên Xwecihî, bac bi rêjeya 10% li ser cotkaran hate sepandin û gelek berbest li pêş wan hatin dirustkirin, vê yekê jî wiha kir ku beşekî mezin ji cotkaran dest ji karê xwe berdin.
Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, hejmara kargeh û guvaştekên zeytûnan heta sala 2018, gihiştibû bêhtir ji 250 guvaştekê.
Ji tevaya wê hejmarê tenê 191 guvaştek kar dikin, 80 guvaştek hatin dizîn û talankirin, û çekdaran dest danîne ser 53 guvaştekan.
12 kargehên sabûnê û 18 karghên bêrînê jî, li Herêma Efrînê hebûn, tenê 11 kargeh ji wan kar dikin û li jêr kontrola grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ne. 7 kargeh jî ji kar ketine.
Rûdaw