Samuel Zbogar: Çarenivîsa birêvebiriya Kurdan a li Sûriyeyê dê bi diyalogê bê diyarkirin

Samuel Zbogar: Çarenivîsa birêvebiriya Kurdan a li Sûriyeyê dê bi diyalogê bê diyarkirin

.

A+A-

 Gelo Konseya Ewlehiyê çawa dikare agirbesteke mayînde û çareseriyek du dewletî pêk bîne bi tevî hêza veto ya Amerîka?

Samuel Zbogar: Konseya Ewlehiyê bîryarname pejirand û Xezayê gotûbêj jî dike bi şêweyekî berdewamî. Tevahiya sala par û em di meha Kanûna Paşîn a sala par de ketin meclisê û sala borî jî her meh û hema hema her hefte me li ser rewşa Xezayê nîqaş kirin. Me 4 biryarname di derbarê Xezayê pejirandin û tê de banga agirbestê, banga alîkariyên mirovî, berdana rehîneyan kir. Ji ber vê yekê em pir kêfxweş bûn dema ku di meha Kanûna Paşîn de, agirbest di dawiyê de bi navbeynkariya Qetar, Misir û Amerîka digel her du aliyan pêk hat.

Ji ber vê yekê rola Konseya Ewlehiyê niha şopandina vê agirbestiyê ye, lê mixabin niha têk diçe û divê em piştrast bikin ku çavê me li ser Xezayê ye di pêşerojê de jî. Ez dikarim paşê li ser vê yekê zêdetir biaxivim û ev rewşa niha ye. Lê li ser çareseriya du dewletî ku ji bo vê herêmê zêdetir wekî armanceke navîn û dirêj e, Konseya Ewlehiyê gelek caran li ser axivî û ragihand ku çareseriya dawî, çareseriya du dewletî ye. Yekane çareseriya ku aştiyê tîne vê herêmê çareseriya du dewletî ye. Dema ku Filistîn bibe xwedî dewleta xwe û Îsraîl jî ji cîranên ku lê ne, xwe ewle hîs bike. Em çawa dikarin çareseriya du dewletî pêk bînin? Pirseke bi rastî jî zehmet e, ji ber rewşa îro.

Di havînê de konferansek ji aliyê Fransa û Erebistana Siûdî ve tê organîzekirin û ez bawer dikim ku di amadekirina vê konferansê de li ser çareseriya du dewletan em ê di Konseya Ewlehiyê de hin nîqaşan bikin. Rola Konseya Ewlehiyê bêguman, pêdivî ye. Kes nikare şûna Konseya Ewlehiyê bigire. Konsey yekane organa aştî û ewlehiyê ye. Bê guman, navbeynkarî dikare li derveyî Konseya Ewlehiyê çêbibe, lê di dawiyê de, divê hemî encam vergerin Konseya Ewlehiyê da ku em peymanê mohr bikin.

Ez wisa difikirim ku wê hingê bi rastî destûra desthiladariya navneteweyî werbigre. Ji ber vê yekê çareseriya du dewletî, ez wisa difikirim ku Konseyê gotûbêjan berdewam bike û bi hêvî me ku konferansa havînê wê me bigihîne nîqaşên cidî û an jî rêya destpêkirina pêvajoya siyasî ya ku ber bi çareseriya du dewletî ve diçe.

Rûdaw: Ez dixwazim piçekî biçim Sûriyeyê. Wekî hûn jî dizanin, li Sûriyeyê Birêvebiriyeke nû ya veguhêz heye, û paşxaneya wan Heyet Tahrîr Şam e bi awaya kurt dibêjin HTŞ û wekî endamê Konseya Ewlehiyê hûn bawer dikin ku HTŞ dikare Sûriyeyê bi rê ve bibe?

Samuel Zbogar: Ev ne li ser milê me û Konseya Ewlehiyê ye ku li ser wê helwestê bigirin û ez wisa difikirim ku ev mesela Sûriyeyiyan e. Em têdigihin ku desthilatdariya veguhêz li wir e an jî ji bo amadekirina derbasbûnê kanûna bingehîn dike û vegerandina nîzama demokrasiyê, avakirina demokrasiyê û ji nû ve vegerandina Sûriyeyê dike û ev pêvajoyeke dirêj e. Ez wisa difikirim ku gelê Sûriyeyê di van 14 salên borî de bi rastî gelek êş û azar kişand, 14 salên şerekî bi rastî hovane û şerê navxweyî.

Em hemû kêfxweş in ku ev şer bi dawî bûye û em hemû bi hêvîne ji bo pêşerojeke baştir ji bo Sûriyeyê û  Sûriyeyiyan. Sûriyeyî bi hêvî ne û li hêviya pêşerojek baştir in. Ez wisa difikirim ku erkê desthilatdarên niha ev e ku li ser wê pêşerojê kar bikin. Lê di dawiyê de divê birêvebiriya Sûriyeyiyan bixwe ve û rêbaziyên wan re were birêvebirin û bibin xwedî. Ne wisa ye ku kesek ji derve yê Sûriyeyê ji wan re bêje ka divê çawa xuya bike. Lê helbet em dixwazin, Sûrî hemû hîs bikin ku ew hemû xwedî maf in, hemû Sûriyeyî xwe rehet hîs bikin, hemû komên etnîkî wê xwe rehet hîs bikin.

Rûdaw: Bi rastî, ez dê jî werim li ser wê mijarê. Wekî hûn jî dizanin, destûreke nû ya veguhêz hat ragihand û em dizanin ku destûreke din a giştî û rastir wê çêbikin. Lê tişta ku niha li Sûriyeyê diqewime ev e ku Durzî, Elewî û Kurd destûra nû red kir. Wekî endamekî Konseya Ewlehiyê helwesta we çî ye yan jî hêviya Konseya Ewlehiyê ji bo destûreke nû ji bo parastina mafên pêkhateyan çî ye?

Samuel Zbogar: Bi baweriya min Konseya Ewlehiyê li bendê ye ku her kes li Sûriyeyê, hemû kêmnetew, hemû pêkhateyên etnîkî, hemû beşên civakan, jin û civakên sivîl, rola xwe bi dest bixin û cihê xwe bigirin dema ku em behsa pêşeroja Sûriyeyê dikin û em behsa destûra Sûriyeyê ya pêşerojê dikin. Ez wisa difikirim ku em li bendê ne ku hemû welatiyên Sûriyeyê wekî li malên xwe xêrhatina xwe hîs bikin. Sûriye mala gelek kesan û netewên cuda ye, wekî we jî behsa hinekî wan kir. Û em dixwazin ku her kes xwe rehet hîs bike.

Em hêvî dikin û bendê ne ku desthilatdarên nû wê pêvajoyê bi rê ve bibin bi şêvek û pêvajoyek fireh ku herkes di nav de, wekî hemû kom dê bibin beşek ji ramanê ka Sûriye wê di pêşerojê de çawa xuya bike û kanûna bingehîn ya Sûriyeyê di pêşerojê de dê çawa be? Ji ber ku ev yek tenê rêya aştiya li Sûriyeyê ye ku her kes di nav diyalogê de ye.

Rûdaw: Belê, wekî berdewamî, bendewarî parastina mafên pêkhateyan e. Lê di heman demê de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî banga yekparçebûna axê Sûriyeyê dike. Hûn hevsengiya di navbera yekparçebûna axê û mafên pêkhateyan çawa dibînin?

Samuel Zbogar: Konseya Ewlehiyê heta niha bi hûrgilî li ser van mijaran nîqaş nekiriye, her wiha bi rastî erkê Konseya Ewlehiyê nîne ku destûra bingehîn a Sûriyeyê kontrol bike. Em dikarin îtiraz bikin û hêviyên xwe bînin ziman, ka civaka navneteweyî çi ji desthilatdarên nû hêvî dike, pêvajoyê çawa bi rê ve bibe, bi her kesî re çawa bikevin di nav têkiliyê, çawa birêvebirina demkî zêde neyê dirêjkirin, lê bi rastî di dawiyê de divê mesele were hilbijartinê.

Lê di helwesta Slovenyayê de ez dikarim bibêjim ku em nakokî di navbera mafên pêkhateyên û yekparçebûna axê de nabînin. Li Slovenyayê 2 kêmîneyên me hene, Îtalî û Macar û mafên wan ên tam hene, di nav wan de mafên li parlamentoyê jî hene. Û em wisa nafikirin ku hebûna wan li ser xaka me yekparçebûna axa me kêm dike. Li dijî vê yekê, ez wisa difikirim ku ev yek dikare têkiliyan bi welatên cîranan re xurtir jî bike.

Ew dikare li xwe bisekine, ew dikare xwebaweriya neteweyê xurtir jî bike, lê ger pêkhate di hatina malê de xwe rehet hîs bike. Ji ber vê yekê jî li ser Sûriyeyê, helbet tişta ku Konseya Ewlehiyê her tim dibêje yekparçeyiya xaka Sûriyeyê û yekitiya Sûriyeyê ku ji bo me girîng e ku were parastin û di heman demê de  divê hemû pêkhate û hemû grûp di pêvajoyê de cih bigrin.

Rûdaw: Ez dixwazim piçekî din li Sûriyeyê bimînim. Em dizanin ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê birêvebiriyeke Kurdan heye û wekî endamekî Konseya Ewlehiyê hûn çawa birêvebiriya Kurdan li wir dibînin? Wekî mînak Kurd li Sûriyeyê daxwaza otonomiyê jî dikin. Li gorî we li wir dikare piştgirî bide vê daxwazê?

Samuel Zbogar: Bi baweriya min em dê vê yekê ji diyaloga Sûriyeyê re bihêlin. Wekî ku min got, Konseya Ewlehiyê bi gelemperî divê ne têkîldarê hûrguliyên wiha re mijûl bibe û bide ragihandin ka divê welatek çawa bibe. Ev bi rastî ji bo Sûriyeyiyan e ku hemî Sûriyeyî gotûbêjî bikin, xwedî diyalog û pêvajoyeke politîk bibin û çareseriyên herî baş bibînin ji bo bercewendiyên xwe ku kêrê bercewendiyê wan tê û kêrê bercewendiyên kurdan yên li Sûriyeyê dijîn tê û yan jî kêrê komên etnîkî yên din tê. Lê em reçeteyekê diyar nakin, ji ber ku kes ji derve nikare bersivên rast bide.

Pêwîst e ku bersiv li hundir û di nav diyalogê de were dîtin. Û wekî hûn jî dizanin, bi gelemperî di diyalogê de hûn dikarin bibînin, hûn çi dizanin, çima hûn tiştek dixwazin? Çima hûn tiştekî hîs dikin? Wekî ku hûn jî dizanin, eger ez Sûrî bûma min ê pirs bikira çima kurd ev î  û ew ê dixwazin? Û paşê divê hûn bifikirin, çima ew wisa hîs dikin? Û ez çawa dikarim alîkariyê bikim ku ew di nav yekparçeyiya Sûriyeyê de xwe rehet hîs bikin? Ev hemû parçeyek ji pêvajoya siyasî û diyalogê ye. Ya ku em bang dikin ev e, encam divê ji bo Sûriyeyiyan be.

Rûdaw: Wekî şopandin, mebesta min ew e ku Konseya Ewlehiyê ji bo parastina mafên Kurdan dikare çi bike, hûn dikarin li ser hinekî hûrgilî bidin me?

Samuel Zbogar: Bi baweriya min çareseriya ku Konseya Ewlehiyê gotubêj dike heye ku behsa Sûriyeyê dike û em dibînin ka pêvajoya siyasî jî çawa bi rê ve diçe. Her wiha pêvajoya siyasî ji bo destûra bingehîn rêbaziyê jî dike. Nûnerekî taybet ê Sekreterê Giştî jî heye ku alîkariyê û piştgiriyê pêşkêşî dike. Her wiha her meh bi rêkûpêk li ser rewşa Sûriyeyê Konseya Ewlehiyê agahdar dike.

Ez dizanim ku hestên cuda derbarê Neteweyên Yekbûyî û rola Netewên Yekbûyî heye li Sûriyeyê, ji ber sedema 14 salên borî û çawa Neteweyên Yekbûyî nedikarî alîkariya xelkê Sûriyeyê bike û em ji ber vê yekê agahdarin. Wezîra me ya derve berî du mehan serdana Sûriyeyê kir û ji ber vê yekê wê wêneyekî pir zelal dît ku çawa gelek hest hene ku çawa di 14 salên borî de alîkariya gelê Sûriyeyê bi têra wan nehatiye kirin.

Em vê yekê fehm dikin lê di heman demê de, NY xwedî gelek pisporan e û amade ye û dikare alîkariyê bike. Ji ber vê yekê jî Şandeyê Taybet yê Sûriyeyê, Geir Pedersen xwediyê piştgiriya tevahî ya Konseya Ewlehiyê ye û ji ber vê yekê ew dikare di vê pêvajoyê de bibe alîkar. Helbet di heman demê de, wek min got, Konseya Ewlehiyê  dê her meh ji aliyê wî ve were agahdarkirin. Û helbet em ê bişopînin ka pêvajoya siyasî çawa dimeşe û di rêyeke rast de dimeşe yan pêwîst e Konseya Ewlehiyê nêrîna xwe diyar bike.

Rûdaw: Spas, ev pirsa min a dawî ye. Hûn dizanin, pêvajoyeke nû ya aştiyê di navbera Tirkiye û PKK dest pê kiriye. Di van 40 salên dawî de, ew di nav şer de bûn û ev pêvajoya aştiyê nû dest pê kir. Bi dîtina we Encumena Ewlekariyê dikare di vê pêvajoya aştiyê de rolek bilîze?

Samuel Zbogar: Belê, Tirkiye ne di rojeva Konseya Ewlehiyê de ye, lewma em vê yekê di Konseya Ewlehiyê de nîqaşe nakin. Ez bawer nakim ku Tirkiye bi rastî bixwaze ku Konseya Ewlehiyê gotûbêjan bike, ji ber ku ew meselê wekî meselek navxweyî dibînin û meseleya navxweyî ye. Di heman demê de li Slovenyayê, em dikarin bibêjin ku ev nîşanek erênî bû, daxuyaniya PKKyê ya danîna çekan.

Ez difikirim ku agirbestiyek heye an jî dawiya şer bê û dawiya şer nebû, nizanim ev ka çi bû, lê bi awayekî xuya dike ku ev demeke nû ye di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de. Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku ev ji bo Tirkiyeyê û him jî ji bo Kurdên li Tirkiyeyê dijîn bibe sedema pêşerojeke baştir.

Rûdaw: Belê, gelek spas birêz nûner ji bo wextê we ku îro hûn bi me re bûn.

Samuel Zbogar: Spas ji we re û spas ji bo vexwandina we.

 

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin