Sancar û Buldan derbarê êrişa li Geverê ya li ser parlamenterê HDPê daxuyanî dan
.
Di derbarê êrişa polîsan a li dijî parlamenterê HDPê yê Îdirê Habip Eksik li bajarê Gever a ser bi parêzgeha Colemêrga bakurê Kurdistanê ve, Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar nerazîbûna xwe nîşan dan.
Duh Yekşembê 9ê Cotmeha 2022an li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê weke bajar, bajarok û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê, bi boneya 24mîn salvegra derketina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê, bi beşdariya hejamrek berpirsên HDPê gelek kes li hev kom bûn û xwestin meşekê bi navê “Meşa Azadiyê” li dar bixin, lê polîsan rêgirî li wan kir û bi destwerdana polîsan alozî derket.
Li gor zanyariyan, polîsan li Parlameterê HDPê yê Îdirê Habîp Eksîk xistin ku di çalakiyê de beşdar bibû û ew birîndar kirin.
Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan HDPê, li dijî êrişa polîsan a li ser parlementerê wê partiyê li bajarê Geverê ku di encamê de parlamenter Habip Eksik birîndar bibû û lingê wî şikestiye, daxuyanî dan û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan duh Yekşembiyê bi belavkirina wêneyê wî parlamenterî li ser twittera xwe piştrast kir ku piyekî Habîp Eksîk şikestiye û li nexweşxaneyê piyê wî yê çepê xistine gêçê.
Buldan ragihandiye: “Îro li bajarê Geverê parlementerê me yê Îdirê Habip Eksik rastî êrişê hat û lingê wî şikandin. Ev êrişa li dijî siyaseta Demokratîk em bi ti awayî qebûl nakin. Înada wan kesên hewayê kîndariyê avadikin, emê Tirkiyeke Demokratîk ya ku her kes têde bikare nefes bistîne avabikin.”
Hevserokê din ê HDPê Mithat Sancar jî li ser hesabê xwe yê Twitter nivîsî: “Parlamenterê me yê Îdirê Habip Eksik îro li Geverê ji aliyê polîsan ve di naverasta kolanê de rastî êrişeke hovane hat, lingê wî şikandin. Ev êriş, li dijî demokrasiyê hatiye kirin. Em li ber zilm û zordariyê serê xwe natewînin, em dê tekoşîna demokrasî û aştiyê mezintir bikin.”
Duh bi boneya 24mîn salvegra derxistina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê, HDP, DBP û KCDê li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên wek, Wan, Gever, Amed û Riha, Enqere û Stenbolê meş û xwepêşandan lidarxistin ku ew çalakî rastî destwerdanên polîsan hatin û bi dehan kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin