Şanda Amerîkayê: Hevdîtin bi erênî derbas bû

Şanda Amerîkayê: Hevdîtin bi erênî derbas bû

Piştî hevdîtina şanda Amerîkî ku Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê John Bolton serektiya wê dike, digel Berdevkê Serokomariyê İbrahim Kalın, daxuyaniya pêşî ji şanda Amerîkî hat.

A+A-

Serê sibeha îro 8ê Çileyê, Şandeke Amerîkî bi serpereştiya Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê John Bolton, digel Berdevkê Serokomariyê İbrahim Kalin, hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê, daxuyaniya pêşî ji şanda Amerîkî hat, ku hat gotin, hrvdîtin bi erênî derbas bûye lê hê jî mijarin hene ku divê bêne gotûbêjkirin.

Berdevkê Boltonî Garrett Marcuis got li ser mijara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, herdu alî hevdîtineke erênî û çêker kir. Lê Marcuis nîşnaneya nelihevkirina herdu aliyan jî da û got: "Bolton û Kalın hin mijarên din ên diyalogê jî diyar kirine."

Marcuis herwiha da zanîn ku Amerîkayê li benda hevdîtinên din ên leşkerî ye ku îro dê li Enqerê encam bide. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin