Şanda ENKSê bi şandeke Kanadayê re civiya
Nûnerên ENKSê li nav Itîlafa Opozisyona Sûriyê bi şandeke hikûmeta Kanadayê re civiyan û daxwaz kirin ku her danûstandinek bi PYDê re li jêr çavdêriya navdewletî bê sazkirin.
Nûnerên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên li nav Itîlafa Opozisyona Sûriyê, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi şandeke hikûmeta Kanadayê re civiyan.
Şanda ENKSê ya di vê hevdîtinê de ji her yek ji Ebdulabsit Hemo, Fuad Elîko û Hewas Egîd pêk dihat.
Herwiha şanda Kanadayê jî bi serokatiya şandiyê Keneda yê taybet bi pirsa Sûriyê, Robin Wîtlofer û endamtiya 5 kesan pêk dihat.
Di civînê de, şanda Kanadayê bal kişand ser nakokiyên di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û çawaniya çareserkirin û derbaskirina van nakokoiyan, daku nerîneke yekgirtî ya Kurdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bihê avakirin.
Ji aliyê xwe ve jî nûnerên ENKSê tekez kirin li ser wê yekê kirin, ku divê her danûstandineke bi PYDê re li ser bingeha Rêkevtina Hewlêr 1 û 2 û Rêkevtina Duhokê be, ku berê di navbera wan de hatibû îmzekirin.
Herwiha nûnerên ENKSê di heman demê de tekezî kirin, ku divê ew danûstandin li jêr çavdêriyeke navdewletî de be, berî wê jî divê girtiyên ENKSê bihêne berdan û ofîsên girtî jî bihêne vekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin