Şanda HSDê serdana malbata Emîn Îsa kir

Şanda HSDê serdana malbata Emîn Îsa kir

.

A+A-

 Şandeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ve hatibûn erkdarkirin, serdana şîna malbata Emîn Îsa kir, ku roja 28ê Hezîranê di girtîgeheke Rêveberiya Xweser de canê xwe ji dest dabû.

Pismamê Emîn Îsa, Hejar Îsa ji Rûdawê re ragihand, ku şand bi serokayetiya Rêzan Gilo Berpirsê Karûbarên Civakî yê HSDê serdana şîna malbata wan li gundê Bîrikê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê kiriye.

Hejar Îsa got, “şanda HSDê ji me re got ku wan komîteyeke taybet a lêkolînê derbarê sedema mirina Emîn Îsa gi girtîgehê de ava kiriye û Mezlûm Kobanî bi xwe serpereştiya wê komîteyê dike.”

Bi gotina Hejar Îsa, “şanda HSDê di vê serdanê de tekez kir ku ew dê lêkolînên xwe yên pizîşkî û yasayî bikin û eger derket Emîn Îsa hatiye îşkencekirin, dê lêpirsîn bi wan kesan re bê kirin ku ew tawan pêk anîne.”

Hejar Îsaherwiha ji Rûdawê re got, şanda HSDê peyama Mezlûm Kobanî ya sersaxiyê gihandiye malbata wan ku di peyama xwe de hêvî kiriye, ev êşa dawiyê ya malbatê be û dubare nebe.

Roja 28ê Hezîranê piştî mehek û 6 rojan ji girtinê, cenazeyê Emîn Îsa radestî malbata wî hate kirin, ku di girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê de girtî bû.

Malbata Emîn Îsa ragihandiye, şopên îşkenceyeke tund li ser laşê wî hene û kurê wan “di bin îşkenceyê de hatiye kuştin”, lê Rêveberiya Xweser ev yek red kiriye û ragihandiye, Emîn Îsa bi “celteya mejî” canê xwe ji dest daye.

Malbata Emîn Îsa daxwaz ji Rêveberiya Xweser û herwiha rêxistinên navdewletî kiriye, ku derbarê bûyerê de lêkolîneke bê alî bê destpêkirin. Malbatê herwiha ragihandiye, ew amade ne ji bo vekirina tirbê û keşfa termê Emîn Îsa bi amadebûna ragihandinê û komîteyeke pizîşkên bêalî.

Mirina Emîn Îsa di girtîgeha Rêveberiya Xweser de rastî gelek bertekên Kurdistanî û cîhanî hat.

Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bûyera mirina Emîn Îsa weke “kiryareke tawankarî” bi nav kirine û daxwaza lêkolîneke bilez a bê alî derbarê bûyerê de kirine.

Partiya Pêşverû jî bûyer şermezar kiriye û ji bo zelalkirina bûyerê daxwaza lêkolînê kiriye.

Herwiha 12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan jî derbarê bûyerê de daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bêalî kirin. Wan rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku “Rêveberiya Xweser di ber mirina Emîn Îsa Emîn de berpirsiyar e, ji ber ku ew desthilatdar e û berpirsiyariya selametiya xelkê, di stûyê wê de ye.”

Amerîka û Brîtanya jî têkildarî bûyerê daxuyanî dan û li gel şermezarkirinê, daxwaza lêkolîneke bê alî û serbixwe û cezakirina kesên berpirsyar di ber bûyerê de kirine.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê roja 1ê Tîrmeha 2021an di twîttekê de “dilgiraniya xwe ya kûr” li hember mirina Emîn Îsa welatiyê 35 salî yê Kurd di zindaneke Rêveberiya Xweser de nîşan da û daxwaza “lêkolîneke bilez û zelal” derbarê bûyera mirina wî kesî de kiriye.

Nûnerê Birîtaniya yê ji bo Sûriyê Jonasan Hargrîvês jî di twîttekê de li ser rûpela fermî ya UK for Syria wate Birîtaniya li Sûriyê ragihand, ku ew bi canjidestdana Emîn Îsa Elî, di dema girtina wî de li cem desthilata xwecihî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, dilgiran in û ew daxwaza “lêkolîneke giştî û zelal” li ser wê dosyeyê dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin