Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

.

A+A-

Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser dosyeyên budce û petrol û gazê diçe Bexdayê.

Jêderekî ji Kurdistan24ê re eşkere kir, roja Sêşema bê, 8ê Mijdara 2022yan, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û ligel rayedarên hikûmeta Iraqê bicive.

Mijarên sereke yên gotûbêjên navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, pirsa amadekirina budceya sala 2023yan û dosyeya petrol û gazê ye.

Beriya niha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, bi cidî kar dikin, da ku beriya hatine betlaneya parlamentoyê, budce were amadekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin