Şandeke Emerîkî çûye Minbicê: Em ê biparêzin!

Şandeke Emerîkî çûye Minbicê: Em ê biparêzin!

Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer ragihand ku şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê serdana Meclisa Sivîl a Minbicê kiriye û teqez kiriye ku dê Minbicê biparêze.

A+A-

 

Omer li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û tê wiha got:

"Şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê di dema serdana xwe ya ji bo Meclisa Sivîl a li Minbicê ya îro de piştrast kiriye ku hevpeymaniya navdewletî û Amerîka pabendî parastina Minbicê ne û dê li ser piştgirtina ewlehî û aştiyê li tevahiya Sûriyeyê berdewam bin."

​Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ku wan û Amerîkayê li ser Minbicê li hev kiriye axivîbû û gotibû ku "ew gotinên tirkan in û derew in. Karê me li gel Hevpeymaniya Navdewletî wek berê dewam dike".

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin