Şandeke Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê ji bo çend pirsan li Şamê ye
.
Şandeke fermî ya Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê ji bo gotûbêjkirina pirsên Êzidiyan serdana Şamê dike.
Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, şandeke fermî ji encûmenê ku ji Seroka Encûmenê Mizgîn Yûsif, Berdevkê Şandeyê Serhan Îsa, Nûnerê Encûmê li Efrînê Hesen Nasir û Nûnerê Efrînê Cemîl Cafer roja 3ê Çile gihîşt Şamê.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê da zanîn, şanda wê dê hejmareke hevdîtin bi kesayetiyên girîng di rêveberiya nû ya Sûriyeyê re pêk bînin û behsa rewşa Kurdên Êzidî bikin ku di serdema rêjîma berê de rastî stemkarî û zordariyê hatibûn.
Encûmenê da zanîn jî, armanc ji hevdîtinan, dîtina çareseriyên herdemî ji mafên Êzidiyan re, gerantiya vegera wan bo deverên wan ên dîrokî û bihêzkirina rola wan di Sûriyeya pêşeroja de ye.
Encûmena got jî, şanda wê dê hejmareke hevdîtin li gel pêkhateyên Sûrî re pêk bîne, bi armanca bihêzkirina diyaloga Sûrî û hevpariya hevbeş di nav aliyên civaka Sûriyeyê de.
Encûmenê diyar kir, Êzidî li Sûriyeyê wek pêkhateyên din, di salên şer de rastî êş û azarên mezin hatin, wek koçberiya neçarî û wêrankirina dever û gundên wan, ji bilî kêşeyên li pêşiya nasnameya wan a çandî û olî.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin