Şandeke Finlandê bo radestkirina endamên PKKê serdana Tirkiyê dike

Şandeke Finlandê bo radestkirina endamên PKKê serdana Tirkiyê dike

.

A+A-

Şandeke ji Finlandê bi armanca gotûbêjkirina li ser radestkirina endamên Cemaeta Gulen û PKKê serdana Tirkiyê dike.

Li gor ajansa fermi ya Tirkiyê şandeya Wezareta Dadê ya Finlandê roja Sêşemê 25ê Cotmeha 2022ê bi armanca gotûbêjkirina derbarê radestkirina endamên Cemaeta Gulen û PKKê de dê serdana Tirkiyê dike. Herwiha şandeya Finlandê dê li Enqerê ligel şandeyeke ku serokatiya wê Rêveberê Yekîtiya Ewropa û Peywendiyên Derve ser bi Wezareta Dadê Kasim Çîçek dike bicive.

Fînland û Swêd piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê ragihandin ku ew dixwazin bibin endamên NATOyê û Tirkiyê jî ji bo pesendkirina endamtiya wan, ji Swêd û Fînlandê daxwaza radestkirina 33 kesên ku "bi endamtiya PKKê" dihatin tawanbarkirin, kiribû.

Di dawiya meha Hezîranê de di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandê de peymaneke sê alî hat îmzekirin û Tirkiyê ragihand ku ew ê vetoya xwe ya li ser beşdarbûna van welatan di NATOyê de rake lê qebûlkirina van welatan ji bo NATOyê bi şertê radestkirina wan kesan dê were kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag di 20ê Tebaxê de diyar kiribû ku Swêdê heta niha tenê kesek radestî wan kiriye û ew kes jî ji ber sextekariyê dihat xwestin.

Li aliyê din Bozdag diyar kir ku Fînlandê kesên ku bi "daxwaza sûcên terorê" radestî Tirkiyê nekiriye.

Ji bo ku Swêd û Fînland bibin endamên NATOyê, divê hemû endamên wê bêyî îstîsna erê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin