Şandeke NY li Idlibê serdana kampên koçberên kir; Rewşa xelkê piştî erdhejê gelek xirab e
.
Şandeke Neteweyên Yekbûyî serdana kampeke koçberên Sûrî ya li bajarê Silqîn ê parêzgeha Idlibê kir. Bi gotina endamên wê şandê, piştî derbasbûna sê mehan bi ser karesata erdheja 6ê Sibata bihorî de, hêj rewşa jiyana xelkê li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê xirab e û pêdiviyia wan bi alîkariyên mirovî gelek e.
Cîgirê Koordînatorê Mirovî yê Herêmî ji bo Krîza Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî, David Carden di wê serdanê de ragihand: “Ez guman dikim, me ji rojên destpêkê, pêşketinek bidest xistiye. Hêj gelek kar li pêşiya me hene em bikin. Helbet, di nav de jî, pirsa peresarkirinê. Tevî ku 400 milyon dolar weke peredarkirin gahiştin, lê plana bersivdana mirovî ji bo Sûriyê, ku berî erdhejê hebû, pêwîstiya wê bi muilyarên dolarên alîkariyan heye, lê tenê 7% ew peredarkirin pêk hat. Ev jî yek ji kêşeyên ku em di bersivdana xwe de rûbirûyî wan dibin.”
Bi rêya sê deriyên sînorî yên Bab el-Hewa, Bab El-Selame û el-Raî, berî erdhejê û piştî wê jî, alîkariyên rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve derbas dibûn wan navçeyan, lê qebareya alîkariyên mirovî ji pêdiviya xelkê kêmtir e.
David Carden, Cîgirê Koordînatorê Mirovî yê Herêmî ji bo Krîza Sûriyê li NY dibêje: “Em dixwazin di bikaranîna van deriyên sînorî de heta demeke bêhtir, berdewam bin. Weke min got, ji dema erdhejê ve, bêhtir ji 2 hezar barhilgirê di hersê seriyan re derbas bûne. Herwiha bêhtir ji 80 şandên fermanberên Neteweyên Yekbûyî hebûn. Îro jî şandek ji wan li vir e. Em hewl didin ev derî heta dirêjtirîn dema pêkan vekirî bimînin.”
Endamên şanda Neteweyên Yekbûyî hevdîtinan ligel koçber û ziyandîtiyan dikin, û behsa wê yekê dikin ku rewş aloz û zehmet e.
Koordînatorê Pengehan li Komisyona Karûbarên Penaberan li Neteweyên Yekbûyî, Patrick Mutai jî diyar kir: “Rewş xirab e, pêdiviyên mirovî jî gelek in. Ez ê mînakekê bidim we, li gorî nirxandinên me, berî erdhejê derdora 2 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariya penagehan hebû. Di nav wan de ku hejmara wan milyon kes e, 1.8 milyon kes li kampên koçberên navxwe dijîn. Ji vê hejmarê jî, 800 hezar kes li hin kampan dijîn ku temenê wan bêhtir ji salekê ye û pêwîstiya wan bi guherînê heye. Lewma berî erdhejê pêdivî gelek bû, ez guman dikim erdhejê xelk rastî gelek krîzên bêhtir kirine.”
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, bi sedema erdheja 06ê Sibata bûrî, li Sûriye bêhtir ji 6 hezar kesî canên xwe jidest dan û bi sedên hezaran xelk koçber û derbider bûn, û drdora 855 hezar kes jî ziyan gihiştin malên wan.
Li parêzgeha Idlibê jî derdora 4 milyon kesî dijîn, beşekî mezin ji wan koçberên navxwe ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin