Şandeya ENKSê li gel cîgirê nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê civiya
.
Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê bi Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein re civiya û rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Şandeke ENKSê ku ji Ebdulhekîm Beşar, Îbrahîn Biro û Seîd Omer pêk hatibû îro li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein û şanda pê re kir ku ji berpirsê Beşê Siyasî ya Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê Morgan Hall û endamê Beşê Siyasî Mark Redmon pêk hatibû.
Li gor zanyariyên K24ê, di civînê de rewşa Sûriyê, proseya siyasî li Cenêvê, dîtina Amerîka ji çareseriya rewşa Sûriyê re û rewşa deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatin guftûgokirin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku şerê li Sûriyê û rewşa aborî, rewşa siyasî zêdetir aloz dike, xizmeta çareseriya siyasî ya Sûriyê nake û nakokiyê di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de zêde dike.
Li gor zanyariyên K24ê jî, şanda ENKSê di civînê de ji aliyê Amerîkî re tekez kir ku ew her şêwazeke guhartina demografî red dike.
Derbarê dîtina Amerîka li ser rewşa rojhilatê Firêt de, şanda Amerîkî tekez kir, divê nûnertiyeke hevseng û hevpariyeke rasteqîne ya hemû pêkhate û hêzên siyasî di rêveberiya wê herêmê de hebe û tekezî li ser beşdariya kirdarî ya ENKSê di rêveberiyê de kir.
Ji aliyê xwe ve, şanda ENKSê tekez kir, vegerandina jiyana siyasî, aramî, vegera koçberan, redkirina guhartina demografî û vegera Pêşmergeyên Roj, gerentiya hevsengiyê li wê herêmê dide.
Herwiha ENKSê destnîşan kir, herêmên kurdî taybetmendiyên wê yên netewî hene û divê li ber çavan bê girtin.
Şanda ENKSê daxwaz ji aliyê Amerîkî kir, piştevaniyê li mafên kurdî yên rewa di platformên navdewletî û proseya siyasî ya Cenêvê de bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin