Şandeya HDPê li Hewlêrê ye
Şevê din şandeke Partiya Demokratiya Gelan (HDP) gihişte Herêma Kurdistanê. Biryar e îro ew şand ligel Serok Barzanî bicive û rewşa Kurdî û navçeyê gotûbêj bikin.
A+A-
Şanda HDPê wê ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bicive, da sersaxiyê jê re bixwaze û li aliyekî din jî pirsên girêdayî rewşa kurdî gotûbêj bike.
Şanda HDP ji, hevseroka giştî HDP Perwîn Buldan û her yek ji perlemanterên HDP, Osman Baydemîr, Feleknas Ûca û Îmam Taşçîer pêk tê.
Berî hatina şandê, peyvdarê HDP Ayhan Bîlgen, di daxuyaniyekê de, eşkere kir, ku şanda HDP ji bo beşdarîkirinê di sersaxiya Dilovan Idrîs Barzanî de, wê serdana Herêma Kurdistanê bike, di wê çarçoveyê de, wê dîdar û civînan li gel aliyên siyasî û perlemanter û Hikûmeta Herêma Kurdistan lidar bixe.
Biryar e jî roja Duşemê şanda HDPê serdana Silêmaniyê jî bike û li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran jî bicive.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin