Şandeya PAK'ê çû serdana karkerên Şaredariya Rezanê ku ji kar hatibûn avêtin

Şandeya PAK'ê çû serdana karkerên Şaredariya Rezanê ku ji kar hatibûn avêtin

Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê PAK bo piştgiriyê çû serdana karkerên Şaredariya Rezanê ku bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' ji kar hatibûn avêtin.

A+A-

Weke ku tê zanîn, bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' li Amedê û navçeyên wê, 722 karkerên taşeron ji kar hatibûn avêtin ku zêdetirî ji wan karkerên Şaredariya Rezanê bûn.  

baglar.jpg

Bi vê hilkeftê Şandeyeke Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê ku Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û Endamê Birêvebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan jî tê de bûn, bo piştgiriya xwe nîşan bidin çûn serdana karkerên Şaredariya Rezanê ku bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' ji kar hatibûn avêtin.

Şandeya PAKê ji aliyê karkeran ve bi awayekî germ hate pêşwazîkirin.

Endamê Birêvebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan ji karkeran re axaftinek kir. Di destpêka axaftina xwe de Turan got: "Çalakiya ku ji bo karê xwe û nanê xwe hûn pêk tînin pîroz e, ez li ser navê PAKê çalakiya we pîroz dikim."

Turan, behsa helwesta şaredariyan jî kir û got:

"Ev tiştekî yasayî nîne. Karkerên ku ji kar hatine dûrxistin dema serî li dozgeriyê didin û belgenameya bêsuciyê distînin tê de paqij dixuyên. Digel ku Dozgerî dibêje hûn bê suc in lê şaredarî wan ji kar dûr dixe. 

Turan, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir: "AKP û MHP dixwazin gelê me bi nanî terbiye bikin. Em vê helwesta wan a neyasayî protesto dikin."

Turan her wiha anî zimên ku mafê xebitînê, mafê nanî mafekî mirovan e û ji karkeran re got: 'Netirsin, lewre hûn mafdar in, netirsin!'

Turan destnîşan kir; "ew ê ligel partiyên siyasî hin pêwendiyên me pêk bên .Em hêvî dikin ku em ê bi hev re bibin piştgirên we"

cocuk.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin