Şandeyeke Îraqê ji ber êrişên Tirkiyeyê hat Hewlêrê
.
Şandekyee bilind a ewlehiyê ya Îraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ji bo gotûbêjkirina êrişên Tirkiyeyê gihişt Hewlêrê.
Ev heyamek e ku Tirkiyeyê li nav axa Başûrê Kurdistanê êrişên xwe bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê zêde kirine.
Şandeya bilind a Îraqê ya serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, li ser daxwaza serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî îro hat Hewlêrê.
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê duh civiya û êrişên Tirkiyeyê yên li nav axa Îraq û Herêma Kurdistanê red kirin.
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê ragihand ku divê Tirkiye prensîba cîrantiya baş û têkiliyên dîplomatîk bi Hikûmeta Îraqê re bişopîne û di her mijarên ewlehiyê de bi wê re hevahengiyê bike.
Tirkiyeyê ji meha Hezîranê ve dest bi operasyonekê kiriye û 15 xalên nû li deverên sînorî danîne.
Herwiha berdewam operasyonên asmanî û bejayî li wan deveran dike.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin