Şaredara Gîyadînê hat girtin
Hevşaredara Gîyadînê Betul Yaşar ku li şûna wê qeyûm hatibû danîn, piştîd adgehîkirinê derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn.
A+A-
Hevşaredara navçeya Gîyadîn a Agirîya Bakurê Kurdistanê Betul Yaşar di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarî de bi hinceta “endambûna rêxistinê” hatibû destesekirin û pişt re qeyûm li şûna wê hatibû danîn.
Betul Yaşar piştî karûbarên yasayê yên li Rêveberîya Asayişa Agirîyê bo dozgerîyê hat şandin.
Dozgerîyê jî bi daxwaza girtinê, Yaşar bo Dadgeha Nobedar şand û dadgehê biryara girtina wê da.
Herwiha hat ragihandin ku derbarê rêveberên berê yên HDPê li Agirî Mesut Arslan, Zeynel Abidin Bozkurt û Mustafa Alparsalan de ku ew jî duh hatibûn desteserkirin, biryara girtinê hat dayîn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin