Şaredara Parîsê dixwaze welatînameya rûmetê bide Jîna Emînî

Şaredara Parîsê dixwaze welatînameya rûmetê bide Jîna Emînî

.

A+A-

Şaredara Parîsê ji bo Jîna Emînî porê xwe birî û dixwaze welatînameya rûmetê bide keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ku bi îşkenceya polîsên Îranê canê xwe ji dest da.

Piştî ku Şaredara Parîsê Anne Hidalgo porê xwe birî, çend jinên din ku hinek ji wan berpirs in, ji bo hevxemiya Jîna Emînî pora xwe birîn.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo got, “Dixwazim teqezî li ser wê yekê bikim ez gelekî kêfxweş im ku hefteya bê ez ê pêşniyar bikim ku ji bo Mehsa Emînî (Jîna Emînî) welatînameya rûmetê ya Parîsê bê dayîn.”

Xwepêşanderên ku îro li Parîsê kom bûne dibêjin, her çend ew nikarin li kêleka jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dakevin kolanan lê bi avêtina dirûşman û zexta li ser rêxistinên navdewletî hewl didin bandorê li Hikûmeta Îranê bikin da ku tundûtûjiiyê kêm bike.

Serokê Amnesty International Fransa Jean-Claudia got, “Ez dibêjim, eger di dawiyê de fişarek ji aliyê civaka navdewletî ve nebe, rayedarên Îranê dê wek salên 2009 û berê bêdengkirina van şoreşan berdewam bikin. Ev hikûmetek e ku rêzê li jiyana mirovan nagire.”

Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku piştî kuştina Jîna Emînî di roja yekem a xwepêşandanên Seqizê de hat gotin, niha li hemû cîhanê tê gotin.

Çend navdar û stêrkên cîhanê nerazîbûna xwe li hember kuştina Jîna Emînî bi îşkenceya polîsên Îranê nîşan dan.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin