Şaredarê Samandagê: Êdî pirsgirêka cihê manê çareser bikin
.
erokê şaredariya navçeya Samandag a ser bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê Refik Eryilmaz bo xelkê vê navçeyê yê mexdûrên erdhejan daxwaza çadiran kir û got, heta niha dewletê ji wan re çadir neşandine.
Yek ji pirsgirêka sereke ya mexdûrên erdheja Mereşê cihê mayînê û nebûna çadiran e. Di erdheja 6ê sibatê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û her wiha di erdheja 20ê sibatê de ku bandorek zêde li parêzgeha Hatayê kir, yek ji navçeyên herî zêde zerer dîtî Samandag e.
Serokê Şaredariya Samandagê Refik Eryilmaz îro Duşemê 27ê Sibata 2023yan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û û têde diyar kir ku hêj piraniya xelkê wê navçeyê li derve dijîn û çadir negihiştine wan.
Refik Eryilmaz dibêje: “Me serdana taxên xwe yê Kuşalani, Gozene, Eriklikuyu, Koyunoglu, Uzunbag û Yogunoluk kir. Di erdheja duyem de gelek malên ku zerer dîtîn hene. Li hemû taxên me rewş bi heman şêweyî ye. Welatiyên me hewar dikin ku çadiran dixwazin. Divê pirsgirêka me ya cihê mayînê di zûtirîn demê de were çareserkirin. Ez ji vir careke din dibêjim. Êdî pirsgirêka cihê mayînê li Samandag çareser bikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin