Şaredariya Amedê: Dema tomarkirina navan li Zarokistanê dest pê kir

Şaredariya Amedê: Dema tomarkirina navan li Zarokistanê dest pê kir

.

A+A-

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku dema tomarkirina navan ji bo Zarokistanê ku dê bi pir zimanî xizmeta perwerdeyê bide zarokan dest pê kiriye.

Li Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Şaredariya Amedê got, “Li Zarokistana ku xizmetên kreşên pirzimanî yên Şaredariya Bajarê Mezin dike, qeyda xwe dest pê kir.

Serlêdan di navbera 23ê Tebaxê û 5ê Îlonê de li şaxên Zarokistanê têne kirin.”

Şaredariyê daxuyaniya xwe bi Tirkî û zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî yên zimanê Kurdî belav kiriye û dibêje li şaxên Zarokistanê wê xizmeta perwerdê bi pirzimanî be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin