Şarezayekî Rûs: Rûsya li Sûrîyê tawîzê nade Tirkîyê
Şanda Rûsyayê, ji bo gotûbêjkirina krîza li dor Idlîbê, li Tirkîyê dest bi qonaxeke nû ya gotûbêjan dike. Şarezayê sîyasî Borîs Dolgov dibêje, ku ew bawer nakim ku Rûsya li pêş Tirkîyeyê tawîzan bide.
Navenda Nûçeyan - Hat zanîn, ku alîya Tirkîyê, ji bo gotûbêjan nexşerêyeke xwe amade kirîye. Weke tê zanîn, Enqere daxwaz ji Moskowê dike ku hêzên hikumeta Sûrî li Idlibê vekişin pêgehên xwe yên berê.
Moskow herçend guh nade bi guvaşên Enqerê, lê bi şandina şandeke nû, dîyar e xwe ji lêgerîna rêyên lihevhatinê jî dûr nagire.
Derbarê mijarê de Koordînatorê Beşa Rojhilata Navîn a Encumena Karûbarên Navneteweyî ya Rûsyayê Rûslan Mamedov ji Rûdawê re got: “Esed dê venegere li pêgeha xwe ya berê. Heta dibe ku rîya M-4 jî dê mîna rêya M-5 derbasî kontrola artêşa Sûrî bibe. Mijarekî tenê ku dikare bê gotûbêjkirin di navbeyna alîyan de, pirsa avakirina devereke tampon be li herêma Îdlîbê, ku bajarê Îdlîb bi xwe jî tê de be."
Şarezayê derbarê Sûrîyê de Borîs Dolgov jî dibêje: “Ez bawer nakim ku Rûsya li pêş Tirkîyeyê tawîzan bide. Ji ber ku hebûna artêşa Tirkîyê bi xwe li Sûrî ne yasayî ye. Ez bawerim dê kompromîseke bê peydakirin, da ku berjewendîya hem Rûsya, hem Tirkîye, hem jî ya Sûrîyeyê li ber çav bê girtin."
Dîyare, hêvîya Enqerê bi xwe jî, ji danûstanên şanda serbazî ya Rûsyayê tune. Lewre, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip ragihand ku herî dereng heta 5ê Adarê, ew dê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ji bo ronkirina rewşa Sûrî.
Enndamê Navenda Lêkolînkirina Îslam û Cîhana Erebî Grîgorîy Lukyanov jî wiha axivî: “Erdogan bawerîya xwe bi hevdîtinên di asta jêr serokatîyê de nayîne. Ew dixwaze xûd ji alîya Pûtîn bixwe, hin garantîyan bistîne. Lewma jî hêvîya wî ji wê hevdîtinê ew e, ku bikaribe rewşa heyî, li gor dilê xwe biguhêre."
Ji alîya din li Îdlîbê êdî serbazên Tirkîyê rasterast dibin hedefa bombebarana firokeyên şer. Herçend ji Himeymîmê hat derewandin ku firokeyên rûsî xalên çavdêrîya hêzên Tirk hedef girtibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin