ŞAXA BATMANÊ YA PAKÊ DI SALVEGERA 84ÊMÎN DE SEYİT RIZA BIBÎRANÎ
.
Rêvebirîya PAK Şaxa Batmanê bi tedbîrên Covid 19 ê ,Di salvegera 84ê min de darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bibîranî.
Bîranîn bi taybetî ji bo Şêhîd Seyid Riza û hevalên wî ,bi tevahî ji bo şehîdên Kurdistanê rêzgirtin û bi siruda neteweyî dest pê kir.
Serokê Şaxa Batmanê Daxuyanîya PAKê xwend û got:
"84 sal berê, di roja 15.11.1937ê de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Erase ya Genim hatin îdamkirin.
Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.
Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.
Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine. Lê Dewleta Tirkîyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse."
Di berdewamîya daxuyanîyê de "Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.
Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.
Di 84emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin. "
Paşê Belgefilmek ku naveroka wê Seyîd Riza û Komkujîya Dersîmê bu pêşkeşî beşdarwanan hat kirin.Bîranîn bi pirs û bersivan bi sohbetek têr û tije bi dawî bu.15.11.2021
Şaxa Batmanê Ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin