Saziyeke ne netewî mîna KNK’ê maf nîne bi navê netewa Kurd Konferansa pêk bîne

Saziyeke ne netewî mîna KNK’ê maf nîne bi navê netewa Kurd Konferansa pêk bîne

.

A+A-

Rêxistina PKK’ê ya Ewropayê KNK’ê, derbarê şer û pevçûnên saxte yên di navbera çekdarên PKK’ê û leşkerê Tirkiyê di nava Herêma Kurdistanê de, konferansek li ser tora “Zoom”ê pêk anîn. Di konferansê de ji kurdan hat xwestin ku li dijî êrîşên leşkerê Tirkiyê bibin yek û berjewendiyên xweyên hîzbî li aliyekê bihêln, lê belê dîsa di heman konferansê de êrîşê ser PDK’ê û Barzanî hate kirin.

Dema ku em di çarçoveya giştî da li vê Konferansa KNK’ê dinêrîn, ev Konferans normale, lê eger li gorî kesên ku di konferansê de beşdar bûyî, peywendî û xebatên wan kesan konferansê binirxînîn, tê dîtin ku ev Konferans bi serê xwe konferanseke du rûye. Ji ber ku ne yên beşdarî konferansê bûyî û ne jî yên KNK’e damezrandî ti bawerî bi netewebûnê nîne, bi her awayî dijî netewebûna kurdan disekinin, kesên netewî jî bi kesên kevneşop û paşketî bi nav dikin, ne bi tenê ev kesane belku kesê ku KNK’e û PKK’e bi tevahî ‘Îbadetê jê re dikin û bi kesekî pirr pîroz jî nas dikin, li dijî neteweya Kurd e, Dewleta Netewî jî weke jehir ji boy kurdan pênase dike, loma em dibêjin ne mafê sazî û kesên bi vî awa ye ku dema ketin tengasiyê bi gotinên netewî gel bixapînin, netewîbûn bi kar û kiryaran beyan dibe, ne bi gotinên vale û mezin.

Her dema PKK’e rastî şikestinekê, êrîşekê yan jî pirsgirêkê tê, civîn, Konferans û daxuyanî ji KNK’ê tên çaverêkirin, me qet nedîtiye û nebihîstiye KNK’eya PKK’ê daxuyaniyekê li dijî ti aliyekî dijberê Başûrê Kurdistanê bide li dijî Tirkiyeyê nebe, ji xwe Heşda Şebî jî li dijî Kurda ne, Heşda Şebî bi dehan êrîş li ser paytexta Herêma Kurdistanê pêk anîne û niha jî di gel de êrîşan pêk tîne, di sala 2017an de jî Heşda Şebî êrîşî Şengal, Kerkûk, Pirdê hwd kir û xwest Hewlêra paytext dagîr bike, lê daxuyanî û konferansên KNK’ê tune bûn, ji ber ku wisa difikirîn ev êrîş bi tenê li dijî PDK’ê ne, em ji KNK’ê dipirsin, gelo çima we heyanî niha ti daxuyaniyek li dijî êrîşên Heşda Şebî û hevalbendên wê PKK’ê nedane?!

Belê, KNK’e netewa kurd û yekîtîya netewî ya kurd ji xwe re weke mertal bikar tîne, di bin navê yekîtîya netewî ya Kurdan her tiştî di berjewendiya PKK’ê de pêk tîne, ti caran li dijî PKK’ê û serokê wê partiyê ku bi hezaran kar û kiryarên ne netewî encam dane daxuyanî nedane, her tiştê PKK’e dike rewa dibîne, berevajî jî her tiştê li dijî PKK’ê hat kirin ji aliyê her partiyeke kurdî ve be bi xayîn û xwe firoş wê partiyê dide naskirin û bi dehan daxuyaniya li dijî parve dike, ji ber ku KNK’e ji aliyê kadroyên PKK’ê yên Ewropayê Nîlûfer Koç, Adem Ûzun, Zubeyr Aydar, Remzî Kartal ve tê birêvebirin. Naveroka kongreyê, rêveberiya kongreyê, hevserokên wê û hwd. Hemî rasterast ji aliyê Qendîlê ve têne destnîşankirin. PKK’e endamên KNK’ê li gorî berjewendiyên xweyên demkî wek serbaz çep-rast, pêş û paş digerîne. PKK’e, KNK’ê weke sazîyeka bê bandor û tenê ji bo armancên xwe bikar tîne, evca saziyeke bi vî awa ku di bin bandora partiyek ne netewî de ye wê çewa di berjewendiya netewa kurd de tev bigere? KNK’e ger bixwaze netewî bifikire, netewî tevbigere jî nikare, ji ber ku di rêveberiya wê de kesên ne netewî û PKK’eyî cî digirin, bi gelemperî kesên li dijî PDK’ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tev digerin di vê saziyê de endamin.

Yên ku herî zêde li ser maseyên baregeha KNK’ê li Brukselê rûniştîne, ew kesin yên ku êrîşî PDK’ê û Barzanî dikin, kesên ku Barzanî û PDK’ê qebûl dikin nikarin li ser maseyên KNK’ê li Brukselê rûnên, çewa ku ji boy tu bibî Bisilman pêwîst dike yekemcar şehde bidî, wisa jî ji boy ku tu bibî endamekî KNK’ê û li ser maseyên baregeha wê ya Brukselê jî rûnêy, pêwîst dike yekem car bayetê bidî PKK’ê û Rêberê wê û li dijî Barzanî bisekinî, ji derveyî vê yekê ti rêyeke din tuneye, evca rêxistineke bi vî awa ku her tiştê wê li Qendîlê biryar li ser tê dayîn nikare temsîla Netewa Kurd bike.

Ger KNK’e dixwaze helwesteke netewî diyar bike, bila ewil li dijî axaftin ên Rêberê PKK’ê bisekine, bila axaftin ên Evdila yên ku têde dibêje, “derfetê bi min bidin, ez dixwazim xizmeta dewleta xwe ‘Tirkiyeyê’ bikim” şermezar bike, bila serokê PKK’ê ji ber hewlest û axaftin ên wî yên ne netewî rûreş û şermezar bike, bila kesê ku li pêşberî dadgeha Tirk lêborîn ji malbatên keştiyên Tirka xwestî lê wîjdan û cireta wî ne girt behsa yek şehîdê kurd bike û serê xwe li hember dijminî şûr kir, rûreş û şermezar bike, bila KNK’e Ocalanê ku hemû bîyografîya serkirde û rêxistina xwe bo dijmin gotî, şermezar bike, kesên ku rejîma Sûriyeyê, Îran û Îraqê bi bira û Tirkiyeyê bi tenê weke dijmin dibînin bila rûreş û şermezar bike, bila kesên ku dibêjin ger niha rejîma Sûriyeyê li ser linga maye bi saya serê berxwedana meye, bila kes û layenên dibêjin, ji ber hebûna me di Şengalê de ala Îraqê hatiye daliqandin, rûreş, rîswa û şermezar bike, piştre wî navê giran ê netewî li xwe bike, kes û saziyên di bin bandora PKK’ê de ti caran nikarin bi awayekî netewî bifikirin û tev bigerin ev rastiyeke zelal e.

Di vê Konferansa xwe de KNK’eya PKK’ê dibêje, “dewleta Tirk dijî hebûna Kurdaye, dijî Kurdistanêye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xweyên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta tirk di êrîş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xerab û pilankirî, demografî û jingeha (ekoloj) Kurdistanê, hedef digire û xerab dike.” lê ya rast ne bi tenê dewleta Tirk, dewleta Îranê, Sûriyeyê û Îraqê jî bi qasî dewleta Tirk li dijî hebûna Kurdane, li dijî Kurdistanê ne, lê me nedît ne KNK’ê û nejî PKK’ê li dijî van dewletan ti helwest wergirtî, û emê nebînin jî.

Belê, weke hûn dibêjin “bêtifaqiya navxweyî ya Kurdistaniyan, çeperê parastina destkevtên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike.” lê belê ti kes û partiyek bi qasî PKK’ê û Rêberê wê nebûn sedemên bêtifaqiya Kurdistaniyan.

Bi kurtî, Kongreya ku navekê mezin wek Kongreya Netewa Kurdistanê heye, tenê ji bo valakirina têgeha netewayetî û xizmetkirina berjewendiyên partiya PKK’ê hatiye organîze kirin. Di heman dem de vê organîzasyona PKK’ê, rê li ber “Kongreya neteweyî ya kurd” ya rast jî girtîye.

Memet Mêrdînî / Darkamazî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin