Sazîyên sivîl ê kurd: Divê dawî li nefret û cudakarîyê were

Sazîyên sivîl ê kurd: Divê dawî li nefret û cudakarîyê were

Sazîyên sivîl ê li Bakurê Kurdistanê zêdebûna êrîşên li ser kurdan û fişara karbidestên Tirkîyê li ser kurdî bi daxuyanîyekê şermezarkirin û ragihandin divê dawî li nefret û cudakarîyê were.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Sazîyên sivîl ê li Bakurê Kurdistanê zêdebûna êrîşên li ser kurdan û fişara karbidestên Tirkîyê li ser kurdî bi daxuyanîyekê şermezarkirin  û ragihandin divê dawî li nefret û cudakarîyê were.

Daxauyanîyê sazîyên sivîl wiha ye:

Ji ber polîtîkayên krîmînalîzekirina zimanê kurdî û bêcezamana hêrişên li hember kurdan, her roj hêriş li ser kurd û zimanê kurdî çêdibin.

Roj nîn e ku kurd û zimanê kurdî neyê hedefgirtin. Hê berî niha bi du rojan Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan bi destê qeyûm hate hilweşandin. Piştî danîna qeyûman, yekemîn karê qeyûman ew bû ku tabelayên kurdî ji şaredarîyên kurdan daxin, kurdî ji malperên şaredarîyan rakin û pirtûkxaneyên kurdî xirab bikin û bi her minasebetê hêrişî kurdî bikin.

Hê berî niha bi çend mehan Li Çeneqeleyê Ekrem Yaşlîyê 70 salî ji ber ku bi zimanê dayika xwe, bi kurdî axivîbû rastî hêrişê hatibû û di serê xwe da birîndar bûbû. Lê belê di hêrişa Seqeryayê da Şîrîn Tosûnê 19 salî jîyana xwe ji dest dabû. Mixabin li her du kiryarên van hêrişên nijadperest jî cezaya pêwîst nehate birîn. Ji ber vê yekê jî îro ev hêriş berdewam dikin û wisa dîyar e ku di siberojê de jî dê berdewam bikin.

Duh jî ciwanekî kurd ê bi navê Bariş Çakan li Enqereyê hate kuştin. Sedema vê kuştinê her çi dibe bila bibe, bertekên ku li hember vê kuştinê derketine nîşanî me didin ku êdî gelê kurd û raya giştî ya demokratîk hêrişeke din a nijadpereset li hember gelê kurd û zimanê kurdî qebûl nake û dê qebûl neke. Kiryarên hêrişên nijadperest her kî dibin bila bibin, gelê kurd û raya giştî wek berpirsîyar wan polîtîkayên nefretkar û cudakarîyê dibîne ku bi awayekî sîstematîk li hember gelê kurd û zimanê kurdî tên meşandin. Hêrişên li ser kurd û zimanê kurdî motîvasyon û cesareta xwe ji van polîtîkayan digirin.

Ji ber wê hêrişa ku li Enqereyê qewimî û bû sedema mirina Bariş Çakan em gelek xemgîn in. Em serxweşîyê ji bo malbata Bariş Çakan dixwazin û xwe wek hevxem û hevderdê malbatê dibînin.

Rêya ji bo pêşîgirtina li hêrişên bi vî rengî ew e ku hêrişa li Enqereyê jî tê de hemû hêrişên bi vî rengî ku bê ceza mane der heqê wan de lêpirsîneke karîger bê çêkirin û dawî li polîtîkayên nefret û cudakarîyê bê anîn.

Navên Sazîyan

Amed KESK Şubeler Platformu

Amidart Kültür&Sanat Topluluğu

Avesta - Komeleya Çand û Ziman

Aryen Sanat Atölyesi

Bahar Kültür Sanat Merkezi

Beksav

Chalak Events Platformu

Dengê Meyman Sanat Atölyesi

Dicle Kültür Sanat Derneği

DİSK Bölge Temsilciliği

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Komeleya Lêkolînên Kurdî)

Gölge Kültür Merkezi

Koma Bajar

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok

Komeleya Ferat ji bo Lêkolînên Çand û Ziman

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê

Komeleya Wêjekarên Kurd

Ma Music

Mîkaîl Aslan

Navenda Çanda Mezopotamyayê

Ortadoğu Sinema Akademisi Derneği

Özgürlük İçin Hukukçular Derneği

Selîm Temo

Seyr-î Mesel

Şanoya Bajêr a Amedê

Şanoya Mencel

Şanoya Tov

Şa Performans

Şanoya Hekta Hêvî

Şermola Performans

Teatra Nûpelda

Teatra Jîyana Nû

Tîyatro Ritüel

TMMOB AMED İKK

Tora Ziman û Çanda Kurdî

Weşanên Ar

Weşanên Aram

Weşanên Aryen

Weşanên Azad

Weşanên J&J

Weşanên Kurdistan

Weşanên M

Weşanên Sîtav

Weşanên Tevn

Za Kültür Sanat Merkezi

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin