Sazîyên sivîl ên Dîyarbekir banga pabendbûna bi bergirîyan dikin
Li Dîyarbekirê ji alîyê 25 sazîyên sivîl ve derbarê pabendbûna bi bergirîyên xweparastina ji Koronayê de daxuyanîyek hevpar hat ragihandin û bang li xelkê Dîyarbekir hat kirin ku pabendê bergirî û bangewazîyan bin.
Sazîyên sivîl ên Dîyarbekir bo hestîyarîya li hember Koronayê, bangewazîyek hevpar bo raya giştî parve kirin.
Bangewazî ji alîyê 25 sazîyên sivîl ve hat kirin ku ji xelkê Dîyarbekir tê xwestin pabendê bergirîyên xeparastina ji Vîrusa Koronayê bin.
Di bangewazîyê de tê amajekirin, nila xelk bi awayekî rêk û pêk maskeyan wergirin, ji deverên qerebalix dûr bikevin, di navbera xwe û yên derdora xwe de navberekê bihêlin û nêzîkî hev nebin, ji dêvla ku bo tazîyeyan kom bibin bil abi rêya telefonan serxweşîyê li hev bidin, di şahîyan de bila bergirîyan cîbicî bikin, di pêvajoya Cejna Qurbanê de bila pabendê bergirîyan bin, hay ji paqijîya laşen xwe û destên xwe hebin.
Sazîyên sivîl didin zanîn k udi pabendbûna bi bergirîyan de li Dîyarbekirê pirsgirêk heye û divê berîya cejnê em hestîyarîyekê çekin da ku cejneke bi aram derbas bikin.
Mahîr Yuksel-K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin