Saziyên ziman: Em ATV û Esra Erolê şermezar dikin

Saziyên ziman: Em ATV û Esra Erolê şermezar dikin

.

A+A-

Ji ber ku kanala televizyonê ATVyê, ya nêzîkî hikûmeta AKPyê di bernameyekê de axavtina bi kurdî qedexe kiriye, saziyên zimanî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Saziyan di daxuyaniya xwe de gotiye ku “Em vê nêzîkatiya bêexlaq, bêbext, hov, faşîzan û neyarane ya kanala faşîst a ATV, Esra Erol û sazkarên bernameyê bi tundî şermezar û nelet dikin. Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext e, ji mirovahiyê derketiye.”

Du di dema bernameya bi navê “Esra Erol’da” ya ATVyê de jineke bi navê Besîme ya ku demeke dirêj e keça xwe nedidît, giriyaye û bi kurdî hestên xwe aniye ziman. Lê dema ku Besîme bi kurdî axivî, ATVyê dengê wê birî.

Keça wê Gulayê bi tirkî got, “Dêya min bi tirkî zêd enizane. Bi kurdî dibêje ‘kezeba min peritî’.”

Esra Erolê jî gotiye, “Xaltîka Besîmeyê ez dizanim tu ji bo keça xwe xemgîn e, lê ez jî dixwazim ji te fam bikim.” Piştî van gotinên Esra Erolê, jinikê dest axavtina bi tirkî kiriye.

“Divê lêborînê bixwazin”

16 saziyên ziman ên ku daxuyanî weşandiye behsa astengiyên li ber bikaranîna zimanê kurdî kirine û gotine: “Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATVyê de, berpirsên tvyê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin.

“Em vê nêzîkatiya bêexlaq, bêbext, hov, faşîzan û neyarane ya kanala faşîst a ATV, Esra Erol û sazkarên bernameyê bi tundî şermezar û nelet dikin. Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext e, ji mirovahiyê derketiye. Divê berpirsên kanala ATV û pêşkêşvan Esra Erol demildest lêborîna xwe ji neteweya kurd bixwazin. Nexwe neteweya kurd dê heta hetayê wan nelet bike, axîn û nalînên dayikên kurd dê xwe li qirika wan bide.”

Saziyan her weha banga boykotkirinê kiriye: “Bêguman divê tu kurd dernekevin kanalên televîzyonên ku neyartiya me kurdan dikin û pêşî li ber bikaranîna ziman û nirxên me yên kurdewar digirin. Û divê kurd wan kanalên temaşe nekin. Divê kurd kanalên kurdî yên kurdewar û azadîparêz temaşe bikin.”

Saziyên ku daxuyanî weşandiye ev in:

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê

*Kovara Destar

*Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

*Enstîtuya Kurdî ya Amedê

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî

*Komeleya Wêjekarên Kurd

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê

*Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê

*Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê

*Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

*Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin