Sê berpirsên bilind ên Ewropayê tên guhertin

Sê berpirsên bilind ên Ewropayê tên guhertin

.

A+A-

Heftiya borî encamên hilbijartinên Perlemana Ewropayê hatin parvekirin û li ser bingeha encaman, çend guhertin di postên Yekîtiya Ewropayê de tên kirin.

Serkirdeyên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê îro (Duşem, 17.06.2024) li Brûkselê dicivin. Biryar e di wê civînê de danûstandin li ser guhertina Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokê Civatê Charles Michael û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell bên kirin.

Tevî ku hejmara partiyên rastrê yên tundrê yên li dijî penaber û Misilmanan li nav Perlemana Ewropayê zêde bûye, lê nekarî bibin mezintirîn firaksiyona nav perlemanê.

Herî zêde dibe ku Ursula von der Leyen ji bo cara duyê jî bibe Seroka Komisyona Ewropayê ji ber ku partiya wê (Partiya Gelê Ewropayê) mezintirîn firaksiyon e û zêdetirîn kursî di hilbijartinên Perlemana Ewropayê de bi dest xistine.

Lîsta duyê ya herî mezin jî, ku Partiya Soşyal Demokratan e, piştevaniya xwe ji bo Ursula von der Leyen diyar kiriye. Ji bilî vê yekê jî, 12 serkirdeyên Ewropayê piştevaniya Ursula von der Leyen dikin ji bo ku dîsa postê xwe werbigire.

Heta niha diyar nîne ka firaksiyonên nav Perlemana Ewropayê û serkirdeyên Ewropayê piştevaniya mana Charles Michael û Joseph Borrell dikin an no. Êvara îro di çarçoveya xwarina şîvê de danûstandin tên destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin