Sê hevpeymaniyên siyasî sebaret bi Roja Xwendekarên Îranê daxuyanîyekî belav kirin
.
Roja 05.12.2022an ji alîyê Kongreya Netewên Îrana Federal, Şêwra Demokrat a Îranê û Hevbendiya Azadî û Wekheviyê li Îranê bi daxuyaniyekê piştgirî dan grev û xwenîşandana 3 rojî ya 5ê Kanûna Pêşî ya Roja Xwendekarên Îranê.
Teksta daxuyaniyê wiha ye:
Di Cejna Xwendekaran de emê li dijî zilm û zordariyê bi xwendekaran re bibin yek.
Roja xwendekaran îsal hevdem e ligel serhildana giştî ya gelên Îranê li dijî rejîma Axûndî.
Encumena Şoreşgerî ya Kolanên Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyekê banga 5ê Kanûna Pêşî Roja Xwendekaran kir. Di 5’ê Kanûna Pêşî Roja Xwendekaran de û destnîşan kir ku têkoşîn û şoreşa li dijî dîktatorî û rejîma Axûndî heta bigihêjin armancên me wê bidome.
Tevgera xwendekarên Îranê ji destpêka damezrandina xwe ve li zanîngeha Tehranê, rûbirûyê zulmê bûye û ji bo parastina mafên gel bê tirs têdikoşe.
Xwendekarên muxalif hem di serdema tarî ya padîşahiyê de û hem jî di dema desthilatdariya olî û axûndî de her tim hewl dane edalet û demokrasiyê ava bikin.
Diktatoriya îslamî ji destpêkê ve zanibû ku hêza xwendekar li zanîngehan metirsiyeke mezin e li ser desthilata wan û ji ber wê jî di heyama desthilatdariya dewleta xwe ya dîktator de bi berdewamî zor û tepeserkirina xwendekar û xelkê kirine.
"Em her sê hevpeymaniyên siyasî tevî pîrozkirina roja xwendekaran, emê di rojên diyarkirî de ligel gelê mêrxas û netirs ê Îranê dakevin qadan û îsbat bikin ku hemû gelên Îranê û çînên cûda bi dirûşmên jin, jiyan û azadî ne.
Ji bo hilweşandina komara sûc em hemû hatine cem hev.
Xwendekar dimire, lê bindestiyê qebûl nake!
Tevgera şoreşger a Jin, jiyan, azadî pîroz be!
Kongreya Netewên Îrana Federal
Encûmena Demokrat a Îranê
Hevgirtin ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin