
Sê partiyên Kurd dê li Amedê Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin
.
A+A-
HAK-PAR, PSK û PWK dê bi çalakiyeke hevbeş Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin. Çalakî dê roja Çarşemê, 17ê Çileya Pêşîn a 2024ê, li navenda Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat a li Amedê pêk were.
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniya xwe de ragihandin ku çalakî dê di saet 13:00ê de dest pê bike.
Her sê partiyan bang li hemû welatiyên herêmê kir ku beşdarî vê pîrozbahiyê bibin û diyar kirin ku derî ji bo tevahiya gel vekirî ye.
Di pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê de tê payîn ku gelek kes ji herêmê beşdarî çalakiyê bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin