Şefîq Pêşeng li ser YİBOyan li Diyarbekirê Konferansek da

Şefîq Pêşeng li ser YİBOyan li Diyarbekirê Konferansek da

.

A+A-

Îro roja 27.05.2022an li Dîyarbekirê ji aliyê Weşanên Avesta û Baroya Amedê semînerekî hat organîzekirin.

Gotûbêja niviskar, lêkolîner Şefîq Pêşeng  "Zarokên Minarê" (Yatiliya Tirkan Hişyarbûna Kurdan) bi hevkariya Baroya Amedê li salona Tahir Elçi pêk hat.

Girseyekî berbiçav beşdarî konferansê bû. Moderatoriya semînerê ji aliye Şîraz Baran ve hat kirin.

Şîraz Baran vekirina konferansê kir, xêrhatina mêvanan kir û piştre  Şefîq Pêşeng dest bi gotara xwe kir. Şefîq Pêşeng di serî de behsa Mektebên Eşiretan kir ku bina çi armanc hatine vekirin û çawa bû û çawa bûne hêlîna netewperwerîya Kurd, Ereb Arnawut û wekê din.

Şefîk Pêşeng da zanîn ku Dibistanên Yatilî ku bi armanca asîmîlsyonê hatibûn vekirin, di dema Komara Tirkiyê de ewil li Mêrdinê bi navê YİBO hatiye vekirin û got:  Armanca ku dewletê YİBO vekirin zarokan ji çanda wan re dûrxistin e. Serokê Tirkan bidine heskirin. Dewletê li hemû Yatiliyan de zimanê tirkî li ser zarokan ferz kir.

Li gor daneyên ku Şeqîf Pêşengî dan, heyanî salên 70yan, 574 li Tirkiyê hatine vekirin.

Şeqîf Pêşengî piştre behsa Dibistana Yatili ya Qîza ya Dersimê kir.Li   ser perwerdeya Yatilî sekînî got, “nehiştin bila zarokên Kurdan di YİBOyan de bi Kurdî biaxifin. Pergala perwerdehîyê wek Leşkeriyê bû.” û behsa stratejîya dewlete ya perwerdehiya Yatiliyan kir.

Şeqîf Pêşengî dewama axaftina xwe de behsa Dibistana Yatilî ya navçeya Diyarbekirê ya Farqînê jî kir û wiha got; "wê serdema ke me xwend, pir tesîrê wan ser me çênebun. Lê piştre zarokên ku dibistan qedandin êdî bi zarokên xo re tirkî axifîn. Lê Dibistana Yatilî ya Farqînê ne li gorê armanca dewletê birêve çû. Gelek navdarê Kurd wek niviskar Faris medenî Marsil, Prof. Dr. Abdullah Kıran, hunermendên wek Şîyar û Salîh Dalgin jî li wan dibistanan de xwendin. Gelek mînak hene kû em dikarin bidin.  Lê ev rastî jî heye ku li Bakurê Kurdistanê dewlet di stratejiya asimilasyonê de serkeftî bûye".

Konferans bi gelek pirs û bersivan ve dewam kir, taybetî gelek kes ser asimilisayonê pirs kirin.

Hin beşdaran jî mafê axaftinê girtin û behsa M. Malmisanij kû wê demê li ev dibistanan mamostetiyê kiribû kirin û pesna wî dan.

Konferansa îro gelekî berhemdar derbas bû.

Rûpela Nû / Dîyarbekir

2-290.jpg3-270.jpg4-222.jpg5-169.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin