Şehîdbûna Dr. Qasimlo li Parîsê bi girseyî hate protesto kirin

Şehîdbûna Dr. Qasimlo li Parîsê bi girseyî hate protesto kirin

.

A+A-


Bi wesîleya 35emin salvegera şehîdkirina Sekreterê Giştî yê berê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê (Îran) – PDKÎ, Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên wî Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl, di 13ê tîrmehê de, li Goristana Père Lachaise a Parîsê xwepêşandaneke protestoyê pêk hat. Di meşa ku ji aliyê PDKÎ ve hatibû organîzekirin de bi bisedan Kurd û dostên wan ên Fransiz beşdar bûn.
Weke tê zanîn Sekreterê Giştî yê berê yê PDKÎ, Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên wî Ebdulla Qadirîzade, Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ û Dr. Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, di 13ê tîrmeha 1989ê de, li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê ji alîyê îstîxbarata Îranê ve, di dema xwedêgiravî gotûbêjên aştiyê de li malekê hatin qetil kirin. 
Meşê bi kombûna bi sedan rêveber, endam û alîgirên PDKÎ, nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Partiya Welatparêzên Kurdistanê – PWK, partiyên din ên Kurdistanî, nûnerên rêxistin û saziyên Kurd û dostên wan ên Fransiz li ber deriyê mezin ê goristana bi nav û deng Père Lachaise a Parîsê, saet di 13ê de dest pê kir.
Girseya ku ji ber derî bi alên Kurdistanê û flamayên PDKÎ dest bi meşê kir, ber bi gorên şehîdan ve meşiya û li ser gora Dr. Qasimlo û hevalên wî kom bû. Piştî xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb bi bilindgoyê, amadebû deqeyekê ji bo giyanê pak ên şehîdan rawestiyan. Piştî wê nûnerê PDKÎ û rêxistinên din tacegulîne danîn ser gora şehîdan.
Di seremoniyê de Berdevkê Giştî yê PDKÎ, Xalid Ezîzî axavtineke dirêj kir û bahsa jiyan û xebata Dr. Qasimlo, rolê wî yê zindîkirina PDKÎ, têkoşîna wî ya siyasî û çekdarî ya li dijî rejimên Iranê, aştîxwazî û demokratbûna wî û rola wî ya di warê dîplomasî û navdeweltîkirin pirsa kurdî de kir. Her wiha navên partî û rêxitinên ku bi tacegulîne û mesajên xwe yên piştgiriyê amade bûbûn yek bi yek xwend û sipasiya wan kir, ku PWK jî di nav wan de bû û bi komeke heval û alîgirên xwe beşdar bûbû.
Di pey re xwepêşander ji ser gora Dr. Qasimlo û hevalên wî ber bi gora Sekreterê PDKÎ yê piştî Dr Qasimlo, Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Hemayûn Erdelan, Nûrî Dehkodî û Fettah Ebdlî ku li bajarê Berlînê yê Almanyayê, disa ji aliyê sîxurên Îranê ve, di 17yê îlona 1992yê hatin şehîd kirin û li Père Lachaisê hatine veşartin ve meşiyan. Li wir jî her heman seremonî pêk hat û paşê xwepêşander belav bûn...

Yaqûb Karademir, Rûpela Nû, Parîs

whatsapp-image-2024-07-14-at-07-44-15-4.jpegwhatsapp-image-2024-07-14-at-07-44-15-1.jpegwhatsapp-image-2024-07-14-at-07-44-15-3.jpegwhatsapp-image-2024-07-14-at-07-44-14-2.jpegwhatsapp-image-2024-07-14-at-07-44-14-1.jpegwhatsapp-image-2024-07-14-at-07-44-14.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin