Sehneya Efsanewî, Opera û Eposa Neteweyî-3
(Beşa 3an)
Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner û mamoste
1. Muzîka yewnanî û bingeha wê
Muzîka çanda kurdî bi kevneşopiya aheng û dengbêjîyê ve girêdayî ye. Muzîka kurdî ji bo hevgirtina komên kurd û girêdana wê bi şahî, govend (dans), merasîm û rîtualên kurdî ve heye. Muzîk ji awaz, deng, melodî, rît û ahengan pêktê. Li gorî dîtinekê, muzîka yewnanî li ser sûdwergirtina muzîka ku li Mezopotamyayê hebû, ava bû. Teoriya muzîkê ya Yewnanî ji hêla Pythagoras (570-494) ve hate damezrandin ku wî li ba mamosteyekî, li Mezopotamyayê xwendibû û zanyariyan bi xwe re anîye Yewnanistanê. Pyragoras tê hesibandin yê ku rêzika dengê xwezayî keşif kiriye ku ew dikaribû bi 7 tonên Muzîkê yên cihêreng bibîne û bizanibe. Lê dibe ku herdu mamosteyên muzîkê ji mamosteyên Mezopotamyayê hîn bûne.
Du bestekarên yewnanî ên hebûn, ew ev in: Athenaeus û Lîmenîus.
1.1 Bilûr 35 000 sal kevn e
Yekem delîlên ku bilûreka hestî ku li başûrê Almanyayê hatiye dîtin û bi kêmî ve 35000 sal kevn e. Ewropiyên pêşîn beriya hatina Ewropayê bi hezaran salan li Asyayê jiyabûn. Mirovên pêşîn bi awayê ku em jê re dibêjin Serdema Kevir dijîyan û ev tê wê wateyê ku ew wek nêçîrvanî û berhevkar dijiyan. Her çend ol û edebiyata Hindî, rewşenbîrên cîhana rojavayî eleqedar kiribin jî, muzîka Hindî heta salên 1950î bi rengek nenas bû. Li gorî çavkaniyên ku min xwendine gelên kevnar û yewnaniyan muzîk xwedayî dihesibandin.
Teorîsyenên muzîka yewnanî yên sereke Pythagonas, Arîstoxenos û Klaudios Ptolemaîos bûn. Jean Philippe Rameus, Wolfgang Amedeus Mozart, Richard Georg Strauss û Gustav Mahler opereyën xwe li ser têkoşîna di navbera qencî û xerabiyê ya felsefeya Zardeştî yan jî berhema Nietzsche´yî "Zardeşt wisa got" de ava kirin.
1.2. Dengbêjî û hunermend ji hev cûda ne
Hunermendekî/hunermendekâ kurd xwedî zanîn, jêhatîbûn û vegotina çandî ye. Divê hunera wî/wê li gorî estetîk û felsefeya hunera wî/wê xwedî karekterekî felsefeyî be. Îfadeya hunerî çi ye û çawa dikare bihête nirxandin? Mirovên hunermend zêde afirîner in. Pêdivî ye ku kalîteya hunerî berfirehtir were şirovekirin. Hunermend pêşketina huner û çandê girîng dibîne. Lê dengbêj pêşkeftına hunerê girîng nabîne. Mînak: Pervîn Çakar hunermenda kurd e û ew xwedî rolên hunermendiyê yên cûda ye.
Muzîka dengbêjîyê ew muzîk e ku tê de stranbêjî pêkhateyeka bingehîn e. Dengbêjî û hunermend ji hev cûda ne. Dengbêj li gorî hunera xwe kilaman disitire (dibêje), bêcîhaz û bêamûrên muzîkî ye, lê hunermend nerm û estetîk disitire.
Di muzika kurdên berê de bilûr hebû, mûzîka niha bi tembur û saz e. Hin stranbêj û dengbêjên kurd ev in: Aram Tigran, Arif Cizirî, Ayşe Şan, Aynur Dogan, Bavê Selah, Beytocan, Ciwan Haco, Evdalê Zeynikê, Hesen Cizrawî, Ganî Mirzo, Îlhamî Can, Îsa Berwerî, Kawîs Axa, Karaperetê Xaço, Kazo, Meryemxan, Mem Ararat, mihemed Şêxo, Mihemed Arif Cizrawî, Simo (jin), Şakiro, Şivan Perwer, Şêrzad Efrînî, Şîyar (Şîyarê Farqînî), Tehsîn Taha...
2. Efsaneya xwedayê rojê Mîtra û bilûrên Hindistanî
Efsane û rêûresm ji bo avakirina muzika kevnar pir girîng bûn. Xîlofon, lîstîka demjimêr, hunermenıya bilûrên kevnar ên li Hindistanê jî rolekên xwe hebûn.
Muzîk ji awaz, deng, melodî, rît, deng û ahengan pêktê.
Formên derve yên Dêra Xwedê, ol, di ol û çandên cihê de pir diguhezin. Lê hema hema di hemû ayînên olî de hin merasîmên pîroz, ayîn hene, ku ji hêla xizmetkarên taybetî yên olê, ango kahînan ve têne kirin. Peyvên fîşekên efsaneyê kirinên pîroz û eslê wan ji temaşevanan re vedibêje. Di ayîna Mîtrayê de, gayek ku xwîna wî li ser zilamekî ku li binê cihê qurbanê di çalê de bû, dihat kuştin. Xwîn hêza rizgarkirin û nûjenkirinê da vî mirovê ku behsa wî dike. Amûra herî kevn a cîhanê bilûra hestiyê teyrekê ye. Îcadkirin û peydakirina bilûrê ya ji hestiyê teyrekê ji 35000 salan derbas dibe. Bilûra kevnar nîşan dide ku mirovên berê xwedî tevgerên nûjen û pêwendiya pêşkeftî bûn. Bilûra 35000 sal berê wek amûra muzîkê ya herî kevn e. Ew li başûrê rojavayê Almanyayê hate îcadkirin. Bilûr ji hestiyê baskên teyran tê çêkirin. Bilûr 22 santîmetre dirêj e. Bilûrên pêşîn ên ji sedsala 800 B.Z. li Hindistan îcadbûne.
"Muzîka Kurdî" ji bav û kalên me Hurrîyan hate wergirt; muzîka kurdî ji 4000 salan zêdetir dijî. Muzîka kurdî ji cureyên stranbêjî, dengbêjî, çirokbêjî kilambêjî û kilaman pêktê.
Zanista muzîka kurdî bi reh û eslê xwe ve li ser dîroka muzîkê, etnolojîya muzîkê, fîlozofîya muzîkê, psîkolojiya muzîkê, sosyolojiya muzîk û teoriya muzîkê avabûye. Muzîka erebî ya dansa zikê berê hebû û navenda wê Misir bû. Dansa zikê wek dansa kevn tê hesibandin û koka wê li Misrê ye. Amûrên herî girîng darkukka, ûd, keman û tembûr in, lê tembûr bi reh û eslê xwe ya gelê kurd e. Tembur di Şerefnameyê de jî cih digire.
3. Gotûbêjî, nîqaş li ser muzîkê
Zayînbûna muzîkê- Muzîk çawa çêbû? Dema ku ba di nav qamîşan de diherike, dema ku çem diherike û çivîk dikin vîçe-vîç deng tên bihîstin. Lê dengên xwezayê bê armanc e. Em dikarin wan dengan wek muzîkê bibihîzin, lê ew ne muzîk in. Muzîk bi niyeta mirovan ve girêdayî ye. Ba dikare di qurmê darê yê/ya vala de biherike û deng derbixe. Lê tenê roja ku kesek notan di stranê de "keşif" kir, ji bo şada xwe û yên din dest bi lêdana wê kir, ew muzîk bû. Muzîk hunera dengbêjiyê ye. Materyalên muzîkê deng in. Em dikarin texmîn bikin ku tenê dengên me bi dengekî "sabît" wekî muzîkal têne hesibandin. Jixwe, ew tenê "deng" e.
4. Dengê bê organîzekirin û dengekî organîzekirin
Dengê bê organîze ji dengê organîzekirin zêdetir e. Dengê mirovan, qîrîn, dengê trafîkê, dengên motoran mîna celebeka muzîkê ye. Lê bi "koordînasyon" nîn in û ne jî organîzekirî ne. Em di çandeke dewlemend a dengbêjiyê de dijîn. Felsefeya muzîkê ji bo her kesî/herkesê ku li ser wateya muzîkê meraq kiriye an çima hin muzîk ji muzîkên din girîngtir têne hesibandin e. Ji bo min ya herî girîng estetîka muzîkê ye. Rola hunerê di civakê de çi ye? Huner dikare bibe sedema rastiyê an zanînê? Têkiliya di navbera bedew, baş û rast de çi ye? Divê mijarên estetîk ji bo çi baş bin? Peyva estetîk ji peyva Yewnanî"aisthetis" tê ku dihê wateya zanista bedewiyê. Estetîk di muzîk, felsefe, huner û edebiyatê de roleka sereke dilîze.
4.1 Bilûr li Mezopotam, Hindistan û Ewropayê
Bilûr hema hema li hemû welatan herdem hebûn dibe bi ku amûrên herî kevn ên cîhanê bin, ji ber vê yekê heke tu lêdana bilûrê hilbijêrin tu dibî beşek ji kevneşopiyeka neteweya xwe ya çend hezar salî ye. Amûrên muzîkê yên herî kevn li cîhanê bilûr in ku ji hestiyê teyran an a heywanan ji hatine çêkirin. Tabloyên zinar ên bi motîfên heywanan ên beriya zayînê 8000 – 5000î sal in, di girseya qûmê ya Çiyayê Vindhya de têne dîtin. Di dema çanda Îndus de (dora 2500–1700 BZ) peykerên yekem ên naskirî derdikevin holê; serdem bi giştî bi asteke hunerî ya bilind tê diyar kirin (li çanda Indus binêre). Gelek lêkolîner muzîka hindî ya "Karnatîk" û sîstema wê wekî yek ji kevintirînên muzîka cîhanê dihesibînin û dipejirînin. Bingeha muzîkê "raga" ye, ku pîvanên melodîk ên dengkirin/axaftinê ne û figurên rîtmîkî yên cihê ne. "Raga" forma bingehîn a muzîka klasîk a Hindî ye ku eslê xwe di nivîsarên Weda yên ku zêdetirîn 4000 sal kevn in vedihewîne. "Raga" rêbaz û prensîbên ku di nav nifşan de hatiine rêvebirin û guhertin.
Di sala 1995an de ji alîyê lêkolîneran de bilûrekê ku 50 000 hezar sal kevn e, hat dîtin. Lê cîhana zanistî û lêkolîner napejirînin ku ew bilûr e. Bilûra 50 000 sal tenê perçeyeka hestîyê hirçê ye ku heywannan xwarîye, ye. Hestiyê hirçekî ciwan a şikeftê dibe ku amûra herî kevn a cîhanê be, hatiye dîtin. Lê lêkolîner napejirînin ku ew bi rastî bilûr û ji hêla mirovan ve hatine çêkirin. Cihê ku hestiyê wek bilûrê hatiye dîtin, paytexta Slovenya, Ljubjana ye. Dibe ku navvala û navqûlê xwezayî be û ne aliyê kesekî hatibe çêkirin. Li başûrê Almanyayê jî bilûreka kevintirîn hatiye dîtin û tê vegotin ku 35000 sal kevn e. Hestiyên teyran ji bo çêkirina bilûran baş bûn ji ber ku ew navvala û navqûl bûn. Lê guman li ser wê heye. Bi dîtina min îcadkirina bilûrên pêşîn Mezopotamya û Hindistan e, ne Ewropa ye. Mijara bilûrên 35000 û 50 000 sal kevn hatine dîtin, lê ne rast e. Bi dîtina min navvala û navqûlên bilûran xwezayî bûn û îcadkirina bilûrên pêşîn Hindistan an Kurdistan/Mezopotamyayê ye.
5. Kurte
Muzîka çanda kurdî bi kevneşopiya aheng û dengbêjîyê ve girêdayî ye. Muzîka enstrumemtal roleka duhemîn dileze. Muzîk dibe ku ji bo hevgirtina civakî ya komên civakî be û girêdana wê bi şahî, govend (dans), merasîm û rîtualên kurdî ve heye. Muzîk ji awaz, deng, melodî, rît û ahengan pêktê.
"Also sprach Zarathustra" hunerek e, bi deng e, di sala 1896an de ji aliyê Richard Strauss ve li ser berhema edebî ya "Friedrich Nietzsche Zardeşt weha got" wek opera hat leyîstin. W. A. Mozart bestekar, pîyanîst, kemançeker û şeweya klasîka Vîyanayî bû. Gustav Mahler senfoniya xwe ya operata sêhemîn li ser bingeha berhema Nietzsche´yî "Zardeşt wisa got" e, ava kir û pê mohra xwe li dîrokê xist.
Îcadkirina bilûra pêşîn ne li Almanya an Slovenyayê ye. Lêkolînerên navdar napejirînin ku cihê hestiyê wek bilûrê li paytexta Slovenya û Ljubjana hatine vedîtin. Dibe ku navvala û navqûlê xwezayî be û ne aliyê kesekî hatibe çêkirin. Mijara bilûrên 35 000 û 50 000 sal kevn li Ewropayê (Almanya, Slovenya) hatine dîtin, ne rast e. Bi dîtina min navvala û navqûlên bilûran xwezayî bûn.
Mûzîk wek hunera xweş e. Kîjan stran di dîrokê de herî kevn e?
Di salên 1950-an de, arkeologên fransî li ser strana kevnar a li bajarê antîkê Ugarî li Sûriyê lêkolîn kirin. Di vê lêkolînê de derket holê ku tabletên zindî yên beriya zayînê 3400 sal kevn in û ji aliyê gelê Hûrrî ve hatine honandin. Dema ku lêkolîneran dest bi vedîtina mîxnivîsa Hurrî kirin, ew dikaribûn bibînin ku li ser tabletên nivîsê pesnê xwedayên Hûriyan didin, hebûn. "Strana ewilî ya notakirî li cîhanê ya Hurrîyan e". Stran ji bo keybanûya bajarê kevnar Ugarî´yê hatiye nivîsandin û wê navê Nîkkal e.
Xwedawenda fêkî û jina Xwedayê hîvê Yarik e.
Di derbarê vê mijarê de nivîsarekê di Rojeva Kurd de hat weşandin.
Opera di ronesansê de li Îtaliyê kete rojevê û mirov dikare bibêje ku opera yekane şêweya hunerê ye ku hemû şêweyên hunerê digihîne hev. Di operayê de şano muzîk, helbest, kilam /dengbêjî, stran, resim, wêne, mîmarî, cil û bergên neteweyî hene. Opera koka xwe ji dengbêjiyê wergirtiye.
6. Referens û çavkanî
Combi Visuell (1969: 1). Nordisk Familjenbok presenterar
International AB, Stockholm, och Förlagshuset Norden AB, Malmö, MCMLXI
Karsson, Ingmar (2008). Kurdistan landet som icke är. Falun, Sverige.
Yilmaz, Maruf (2015). Hur blev jag den jag är. Jîndan: Stockholm
Miller, Miller (1889) Du Caucase au Golfe Persiaque A Travers Larmenie, Le Kurdistan Et La Mesopotamie, Fransa: Henrik Hyvernat.
Têbinî: Hin çavkanî nehatin nivîsandin ji bo parastinê.
05.05.2024
Maruf YILMAZ, doktoremend
https://pin.it/6jbz6pwqe