
Selahedîn Behaedîn: Peymana HSD û Sûriyeyê rêya rast e
.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn, peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer û bi rengê “rêya rast” wesifand.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.
“Îmzekirina peymanê rêya rast e”
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Behaedîn got ku “Îmzekirina peymanê rêya rast e.”
Selahedîn Behaeddîn diyar kir ku peyman “karekî girîng” e û li pey çû:
“Hevdîtin û îmzekirina peymana di navbera HSD û dewletê de rêya rast e, bi hêviya berdewamî û serdestkirina zimanê diyalog û aştiyê.
Xebata dabînkirina maf û pêkvejiyana hemû pêkhateyan li Sûriyeya nû serkeftî be."
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê amaje bi “îhtimala tevlihevî û şerê pêkhateyan” kir û got, “Tim xêr di şer de nîne û maseya dan û standinê çareseriyê berhem tîne.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin