Selîm Berekat romanek li ser trajediya Cihûyên Qamişlo nivîsand
Helbestvan û nivîskarê Kurd yê Erebînivîs Selîm Berekat romana xwe ya nû belav kir.
Selîm Berekat romana xwe ya nû li ser çîroka trajîk ya Cihûyên Qamişlo nivîsand
Helbestvan û nivîskarê Kurd yê Erebînivîs Selîm Berekat romana xwe ya nû belav kir. Navê romana nû ya Berekat "Lê çi li ser xanima Cihû Rahîl?" e û ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê ve hate weşandin û ji 566 rûpelan pêk tê.
Nivîskar û romannivîsê Kurd yê Erebînivîs Selîm Berekat di qada edebiyata Erebî û cîhanî de navekî diyar û naskirî ye. Ew di mala xwe de, li daristaneke dûrîdest a Stockholma paytexta Swêdê, bê navber dîwanên helbestan û romanan dinivîse.
Lê vê carê Selîm Berekat berê xwe da Qamişlo û bi taybetî Taxa Cihûyan û romana xwe ya nû li ser çîroka trajîk ya Cihûyên wî bajarî nivîsand.
Selîm Berekat ku bêtirî 25 romanan nivîsandine, di romana xwe ya nû de vedigere bajarê zaroktî û ciwaniya xwe Qamişloyê û di nav kolan û taxên wî de digere. Berekat bi berfirehî behsa jiyana hevbeş û têkiliyên mirovî û civakî di navbera Kurd, Ermen û Cihûyên bajarê Qamişloyê de dike.
Berekat bi rêya çîrokeke evînê ya nîvcomayî di navbera du nûciwanên bajêr de ku xort Kurd e û keç Cihû ye babeta romana xwe diherikîne. Bi vê çîrokê re jî, Berekat gav bi gav diyar dike çawa Cihûyên Qamişlo bi planeke hûrbîn û bi zanebûn roj bi roj kêm bûn û diyar neman heta dawiya dawî li taxa Brooklyn a New Yorkê hêwirîn.
Bûyerên romanê, ku koçberî yek ji babetên wê yên sereke ye, bi giranî li Taxa Cihûyan li Qamişloyê diqewimin û behsa salên piştî Şerê 1967an di navbera Ereb û Cihûyan de dike. Bereka dide xuyakirin çawa gurr û dirindeyên desthilata Beisî piştî şikestina wan li hemberî Artêşa Îsraîlê, hêç û hartir bûn û kerba xwe di serê hevwelatiyên xwe de vala kirin, nexasim hevwelatiyên ne Ereb wek Kurd û Cihûyan.
Di romana xwe ya nû de, Berekat hewl dide eşkere bike ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî di dewleta Beisê ya li ber nemanê de, tawaneke ewqasî mezin bû ku gelek caran dibû sedemê serjêkirin û kuştina kesê tawanbar! Bi gotineke din, di dewleta Beisê ya Sûriyê de, li gor yasayên fermî diviyabû tenê zimanê Erebî hebe û lazim bû hemû zimanên din û bi taybetî jî zimanê Kurdî ji holê bihata rakirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin