Sembola jinên rojnamevan
Ako Mihemed/Rûdaw
Niha di vê dema, ku ez vê gotarê dinivîsim, ev du roj e rojnamevan û pêşkeşkar Şîfa Gerdî bi gotina hemwelatiyekê ji Amedê bûye “Sembola rojnamevanên jin ên neteweyî.” Lê dîsa jî ev yek ji bo min û hevrêyên min pir giran e. çimkî me dixwest ew li tenişta me be û em bi hevre bin, ne ku ew bi tenê here û di nav dilê me de bimîne. Hinek welatiyên kurdên êzidî jî hebûn û digotin; “Şehîdbûna Şîfa Gerdî weke bombeya DAIŞê û birîna revandina jinên êzidî ji me êşeke mezin bû.”
Ev yekemîn car e, ku li vir dibêjim; Şîfa Gerdî di nav Tora Medyaya Rûdawê de piştevanekê mezin ê karê min bû. Ew bi kiryar jî cihê piştgirêdanê bû û mirov dikarî bi rehetî pişta xwe bide wê. Wê karên xwe yên hatine spartin bi başî dikir.
Roja yekemîn dema me hevdîtina wergirtina kar ligel wê de sazkir, pir jêhatî û zane hate berçavê min. lewma min spasiya wî kesî kir, ku ew şandibû ba me. Di yekemîn demjimêra pêşkeşkirina televîzyona Rûdawê de me pişta xwe da wê û ligel Kak Şaho Emîn wan yekemîn peyvên ser şaşeya Rûdawê gotin.
Pişre jî ji ber cidîbûn û dilsoziya wê ya di kar de, me berpirsiyariya se milê wê zêde kir û heta gihişte rêvebirina beşa Outputa Rûdawê. Ew bernameyên dihatin ser şaşeya Rûdawê û radyoyay Rûdawê de dihatin pêşkeşkirin, bi serpereştiya wê bûn û karên wê bûn. Di vê yekê de jî pir serkeftî bû. Çimkî herdem kar dikir da ku hevkarên wê baş derbikevin, serkeftî û razî bibin. Bi taybetî jî ji bo pêşkeşkarên nûçeyan serkeftî bin, ji bo wê pir asayî bû, ku xwe bi bûltenan ve mijûl bike û ew bixwe dernekeve ser şaşeyê. Ka kîjan pêşkeşkar dikare ev hinde dilnizm û xwenevê be.
Her ku karê Şîfayê pêşve diçû, dilosozî û helwesta wê jî zêdetir pêşdiket. Ew ji bo malbata xwe jî bi heman awayî bû. Herdem du tişt li ber çavê wê bûn; baştirkirina karên Rûdawê û jiyana dayik, bav,xwîşk û birayên wê.
Gelek caran me karê kontrolkirina nûçeyan disparate wê û min didît, ku nîv demjimêr beriya bûltenan her mijûlê alîkariya bûltenên hevalên xwe bû. Hercar min di dilê xwe de digot, çawa dikare bi vê westiyanê ve xwe amade bike û here ser ekranê?
Şîfa Gerdî di jiyana koçberî û derdeserî de ji dayik bibû û wê bi zîrekiya xwe, xwe pêgihandibû, ne bi saya qurbanîdan û dîroka malbata xwe. Di dema jiyanameya wê de min zanî ka li ku derê ji dayik bûye. Nexwe wê qet behsa vê yekê nedikir. Herwiha par jî min zanî, ku bavê wê pêşmerge ye. Wê demê telefona peyamnêrekî me yê li eniya şer dernediket û ez gelek ne rehet bûm. Wê jî gotibû “bavê min jî li bereya şer e û ji doh ve telefona wî dernakeve, înşallah hemû jî bi selamet in.”
Şîfa Gerdî bi wergirtina berpirsiyariya erkan, di dilê hemû hevkarên xwe de xwoşevîst bû. Karên giran ên wê bûn, ji ber vê yekê jî ew hevkarên ligel wê kar dikirin dikariyan bi hêsanî gotinan jê werbigrin. Şîfa Gerdî bi ciwaniya xwe, bi xendeya ciwaniya ser şaşeyê, bi rêzgirtina li hember temaşevan û mêvanên xwe, xwoşevîsta hemû gelê Kurdistanê bû. Eger heyamekê li ser ekranê nehatiba dîtin dayika min ji min dipirsî; “Çima Şîfa dernakeve, em hez dikin wê bibînin ew nûçeyan baş dixwîne.”
Herwiha ligel dayika min, bi sedan kesên din jî ev daxwaz ji Rûdawê kiribûn. Doh dema dayika min zanî Şîfaya şehîd bûye, ku herwekî xwuşka wê ew jî li Ordûgeha Zêwe ji dayik bûye, hewe bi sed hezaran kesan ji bo Şîfa giriya. Ji jinên hejaran heta yên serkirdeyan û bi hezaran ciwan û zilamên Kurdistanê ji dil ji bow ê giriyan.
Bi hezaran kesan roj û şeva 25ê Sibatê ligel me giryan. Ji ber ku hinek caran gotin nikare pênaseyê bike û rave bike, di dewsa wan de rondikên çavan hestên di dilê mirov de tînin ziman. Ew dîman bi şehîdbûna Şîfa Gerdî derket, ev rastî bû.
Ji aliyê gelê Kurdistanê ve ji bo Şîfa Gerdî şîna neteweyî hate girêdan, ku ev keça keça rojnamevan bû sembola jinên rojnamevanên Kurdistanê. Herwiha vê yekê eşkere kir ka gelê kurd çiqas rêzê ji wan kesan re digre, ku nûçe û zanyariyan ji bo wan vediguhezin.
Herwiha hevxemiyan ajansên cîhanê, dîplomatkarên rojavayî, wê yekê nîşan dide, ku ew jî hestpê dikin ka veguhestina nûçeyên derbarê şerê herî giran ê li dijî rêxistina herî dirinde ya cîhanê, çiqas zehmet e. Hevkarên me yên li Associated Press, Eneks û BBCyê ji bo me wiha nivîsandin; “We zanyariyên şerê giran ên ji dûr nêzîkî me kiriye, lewma em ligel we ne.”
Ji ber vê yekê jî di nav hevxemiya serok û serkirdeyên Kurdistan û dîplomatkarên cîhanê de bêdengiya Serokwezîrê Iraqê ji aliyê xelkê ve hate rexnekirin.
Di destpêka şerê DAIŞê de li nêzîkî Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê DAIŞê hevkarê me Ferhad Hemo revan û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e. Vê yekê em xistine nav hestiyariyekê mezin û lewma jî me herdem ji peyamnêrên xwe re digot; “Hûn ne pêşmerge û serbaz in da ku li eniya pêş a şer bin. Hûn rojnamevan in û romala medyayî dikin. Lewma pêwîst e hûn ne di gel êrîşê de bin, li piştve bin.”
Lê mixabin me bacek mezin da. Şîfa Gerdî, ew kesa me dixwest herdem ligel me be. Ji ber ku wê karî cihê xwe di dilê me hemûyan de çêbike û ti kes ji me nedixwest “Rûdawekê bêyî Şîfa” hizir bike. Me ew ji dest da. Cihê hezkirina Şîfa Gerdî di nav Rûdawê de ew hinde mezin bû, ku wênegir Yûnis Mistefa bi tenê nav birîna xwe ya giran jî digot; “Bila çavê we li Şîfaxan be, birîna wê giran e.”
Birînek pir giran bû lê mixabin çareseriya wê nîne. Şîfa Gerdî ji bo me pir mezin bû. Çimkî ew bi karê xwe yê bi dilsozî û yê mezin, ligel me hemûyan jî mezin bû. Herwiha heta ku dilê me lêbide jî ew dê bi vê meziniyê di dilê me hgemûyan de dimîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin