Şemzînan: Dewleta Tirk şkence li gundîyên Kurd kirîye!
Hat îddîakirin ku polîs û leşkerên Tirk li gundê Şapatan a navçeya Şemzînan a bajarê Colemêrgê li gundîyên kurd şkence kirine.
A+A-
Li gor dihahaberê berê du rojan di operasiyonekê de tîmek taybet hatîye kuştin û li ser vê yekê polis û leşkerên tirk li gundê Sapatan a navçeya Şemzînanê gundîyan li meydana gund civandine û bi bahaneya ku ew alîkarîya dewletê nakin bi wan heqaret û şkence kirine û 36 kesan jî desteserkirine.
Piştî îfadeyên midûriyeta polîsan 20 kes serbest hatine berdan. Yên hatine berdan ji bo rapor werbigrin serlêdana nexweşxaneya dewletê kirine lê doktor jî heqaret li wan kirîye û gotiye hûn neheq in û ba polis kiriye û ji wan bi navê E.Ç carek din hatiye binçavkirin.
Di destpêka salên 1970î de jî komandoyên dewleta tirk gundiyên kurd li meydanên gund dicivandin û bi bahaneya oxlameya çek û silehan bi wan şkence dikirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin