
Senatorê Amerîkî Rubio: NIha dema serbixwebûna Kurdistanê ye
Êvara roja yekşemê 05-01-2020an Senatorê Amerîkayê Marco Rubio ragihand niha dema wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê serbixwe bibe.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Senatorê Eyaleta Florîda yê Komarî Marco Rubio ji ser tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê twitterê destnîşanî bi biryara Parlementoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê kir û da zanîn belkî dema wê yekê hatîye Kurdistan serbixwebûna xwe ya bi temamî ragihîne.
Herwiha Marco Rubio wiha nivîsandîye: “Belkî dema wê yekê hatîye ku ew cihê niha bakurê Iraqê ye bi temamî serbixwebûna xwe werbigire.”
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin