Senatorê Fransayê: Divê em bibin garantiya otonomiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê

Senatorê Fransayê: Divê em bibin garantiya otonomiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê

.

A+A-

Senatorê Fransayê Rémi Féraud got, “Divê em bibin garantiya otonomiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê.”

Rémi Féraud da zanîn ku “Fransa hem dostê Kurdan e û hem jî civaka navneteweyî ji bo parastina Kurdan teşwîq dike. Pêwendiyên di navbera Fransa û Kurdistanê de ji berê ve gelekî xurt in.”

Féraud “pêvajoya li Tirkiyeyê bi rengê “Otonomiya Kurdan li Tirkiyeyê, azadkirina Ocalan, pêvajoyeke aştiyê, bê guman armancên ku ez bi tevahî parve dikim û ez ji dil dixwazim in û di berjewendiya tevahiya Tirkiyeyê de ne.”

Wî qeyûmên li bajarên Kurdan û girtina Ekrem Îmamoglu jî bi bîr anîn û got:

“Ez bê guman behsa girtina bêbingeh a Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dikim. Ez her wiha behsa hemû şaredarên Kurd ku di salên dawî, mehên dawî de hatine dûrxistin dikim. Ez behsa hemû çalakvan, parêzer, têkoşerên azadî û demokrasiyê li Tirkiyeyê dikim ku ji azadiyê hatine bêparkirin ku tên şopandin, ku tên girtin. Ji ber vê yekê divê ev di pêvajoyeke hevgirtî de were bicihkirin.”

Rémi Féraud li ser rewşa Sûriyeyê jî wiha axivî:

“Rûxandina rejîma Esed rihetbûnek û çavkaniyeke hêviyê ye lê rewşa nû jî tijî dilgiranî ye. Ew her wiha dibe sedema çalakiyên ku pir xerab bûne, sûcên li dijî Elewiyan. Rewşên pir aloz û fikarên mezin ji bo kêmaniyên wekî Durzî, Elewî, Fileh û Kurdan hene. Divê Sûriyeya siberojê rêzê li hemû pêkhateyên xwe li xwe bigire.”

Senatorê Fransayê Rémi Féraud pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:

Rûdaw: Pêwendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de çawa dikarin bên xurtkirin?

Rémi Féraud: Pêwendiyên di navbera Fransa û Kurdistanê de ji berê ve gelekî xurt in. Serok Barzanî her demekê tê Parîsê, bi Serokê Fransayê re gelek dan û standinan dike ku wî bi xwe di pey serdema François Hollande re, bi rêkûpêk serdan û geşt bo Kurdistanê kirine. Îro dem pir hestyar e û ji ber vê yekê girîng e ku ev dan û standin berdewam bin.

Tiştê ku pêwîst e, ew e ku Fransa ne tenê dostê Kurdan be lê civaka navneteweyî jî han dide ji bo parastina Kurdan di vê herêma cîhanê de, ku gelek tevlîhev e û ku mirov her tim nakokiyên nû û mezîn pêşbînî dike û eger heye bandorê li Kurdan bikin.

Girîng e ku Fransa garantiyê bide û civaka navneteweyî ji bo parastina Kurdan li Îraqê, li Sûriyeyê û her wiha li Tirkiye û Îranê han bide, ev helbet gelekî girîng e ku îro Fransa bi hikûmeta herêmî ya Kurdistanê re ji bo parastina hemû Kurdan dan û standinê dike. Ev bê guman gelekî girîng e. Ev dan û standinên siyasî bi rastî pêş her tiştî ne û dibe ku berpirsiyariya yekem a welatê min, Fransayê be.

Rûdaw: 14ê vê mehê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Elyseeyê dê bi Serok Macron re bicive û firavînê bixwe. Ev civîn çi qasî girîng in ji bo xurtkirin û firehkirina pêwendiyan?

Rémi Féraud: Ez bawer dikim ku Serok Macron û Serok Barzanî têkiliyeke baweriyê damezrandine ku dihêle ew li ser tevahiya herêmê dan û standinê bikin. Ez xwezaya gotûbêjên wan nizanim ku di navbera wan de dimînin. Ti agahiyên taybet li cem min nînin lê ez dizanim ku ew bi berdewamî dan û standinê dikin. Dizanim ku têkiliyeke baweriyê hatiye avakirin û ev pir girîng e, ji ber ku di têkiliyên navneteweyî de, bawerî di têkiliyên di navbera serokên dewletan, serokên hikûmetan de girîng e.

Ji ber vê yekê, ez dibînim ku hatina Serok Barzanî ya gelek caran a Parîsê û girîngiya ku Serok Macron dide Kurdistanê, bê guman nîşaneke piştevaniya xurt a welatê min û vê girêdana baweriyê, dostanî û xebata siyasî ya hevpar di navbera Fransa û Kurdistanê de ye ku bi tevahî girîng e.

Rûdaw: Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, hefteya borî li Ebû Dabiyê Serokê Îmaratê dît, pêrî Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Sûriyeyê dît, duh bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re civiya. Gelo piştî van civînan dê civîna Macron û Nêçîrvan Barzanî gelekî girîng be?

Rémi Féraud: Belê, bê guman, ji ber ku Serok Barzanî dê karibe bi Emmanuel Macron re jî danûstandinê bike, her wiha piştî hemû hevdîtinên ku wî di rojên berê de kirin û ku pir girîng in da ku Serok Barzanî karibe bi rêberê nû yê Sûriyeyê re dan û standinê bike. Her wiha bi berpirsên din ên siyasî yên herêmê re jî.

Helbet girîng e ku piştre bi Emmanuel Macron re danûstandinê bike. Ew bê guman dê hilgirê peyaman be jî lê ev îsbat dike ku Kurdistan, ku Hewlêr, bi rastî di dilê herêmeke ku jeopolîtîka wê pir girîng e de ye û ku Serok Barzanî aktorekî girîng û aktorekî baweriyê ye di vê herêmê de. Ev, bi ya min pir erênî xuya dike.

Rûdaw: Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe bi Erdogan re behsa pêvajoya aştiyê û nameya Ocalan kir ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo çekdanînê. Pêkhatina aştiyeke temam li Tirkiyê û gihîştina Kurdan bi beşek ji mafên xwe dê çi qasî di berjewendiya aştiya herêmê de dibe?

Rémi Féraud: Otonomiya Kurdan li Tirkiyeyê, azadkirina Ocalan, pêvajoyeke aştiyê, bê guman armancên ku ez bi tevahî parve dikim û ku ez ji dil dixwazim in û di berjewendiya tevahiya Tirkiyeyê de ne. Lê ev nikare di heman demê de di nav zexteke zêde ya li dijî demokratan li Tirkiyeyê de were bicihkirin.

Ez bê guman behsa girtina bêbingeh a şaredarê Stenbolê, Ekrem Îmamoglu dikim. Ez her wiha behsa hemû şaredarên Kurd ku di salên dawî, mehên dawî de hatine dûrxistin dikim. Ez behsa hemû çalakvan, parêzer, têkoşerên azadî û demokrasiyê li Tirkiyeyê dikim ku ji azadiyê hatine bêparkirin ku tên şopandin, ku tên girtin. Ji ber vê yekê divê ev di pêvajoyeke hevgirtî de were bicihkirin û îro, ez pir hêvî dikim ji aştiyekê di navbera Ocalan û ew kesên ku bi wî bawer in û desthilata Tirk de lê ev nikare di paşveçûna mafên demokratîk li Tirkiyeyê de here. Divê siyaseteke hevgirtî, giştî hebe ku destûrê bide Tirkiyeyê ku dîsa bibe welatekî bi tevahî demokratîk.

Rûdaw: Destûra demkî ya Sûriyeyê ji aliyê Ehmed Şer, Serokê dîfaktoyê Sûriyeyê ve hat pejirandin, lê ji aliyê Kurd, Durûz, Xiristiyan û Elewiyên Sûriyeyê ve hat redkirin. Fransa û Yekîtiya Ewropayê divê çi bikin ku destûr û desthilata Sûriyeyê raya hemû netew û pêkhateyên Sûriyeyê li ser be?

Rémi Féraud: Rûxandina rejîma Esed rihetbûnek û çavkaniyeke hêviyê ye lê rewşa nû, ew jî tijî dilgiranî ye. Ew her wiha dibe sedema çalakiyên ku pir xerab bûne, sûcên li dijî Elewiyan. rewşên pir aloz û fikarên mezin ji bo kêmaniyan, wekî we got, Durzî, Elewî, Fileh û Kurd.

Divê Sûriyeya siberojê rêzê li hemû pêkhateyên xwe li xwe bigire. Desthilata nû ya Sûriyê nîşanan dişîne ku carina hevdij in. Ew bi xwe jî bê guman di nav dijheviyekê de ye. Kontrola wê ya kamil û tevahî li ser welat nîne, me ev baş dît. Tiştê ku pêwîst e, ew e ku em îro ewlehiya van kêmaniyan, şiyana wan a ji bo jiyana domdar li Sûriyeyê û paşê hemû avakirina siyasî ya bakurrojhilatê Sûriyeyê li dora Kurdan bi taybetî garantî bikin, divê ev hemû karibin di Sûriyeya nû de bijîn û sûdê bide tevahiya welat ku Kurd karibin li herêma xwe bimînin û ez dilxweş im ku dibînim ku ew îro dikarin vegerin Efrînê, bê guman.

Lê nîşanên hevdij, elementên xeterê jî hene. Divê mirov hişyariya xwe kêm neke û ji ber vê yekê divê Fransa Ewropayê mobilîze bike da ku ew bibe garantiya Sûriyeyeke pirçand û cihê hemû civakên wê û ji ber vê yekê, amûrek jî heye, ew jî dîplomasî ye û herwiha rakirina dorpêçan e. Divê rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê, dorpêçên aborî, bi mercekê ve girêdayî bin ku Sûriyeyeke nû ku rêzê li hemû pêkhateyên xwe digire û ku ji bo destûreke nû ya ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze kar bike.

Rûdaw: Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê 15 hezar şehîd dane di şerê DAIŞê de, niha daxwaza herêmeke otonom dikin. Fransa heta çi qasî piştgirî ji daxwazên Kurdan dike wekî duyemîn netewa herî mezin li Sûriyeyê?

Rémi Féraud: Ji bo min, min dixwest ku Fransa rastî û rawatiya rayedarên bakurrojhilatê Sûriyeyê hîn zêdetir nas bike. Ji ber ku Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran şervanên xwe winda kirine. Wan ew ji bo me winda kirine. Em deh sal piştî êrişên Parîsê ne ku ji aliyê DAIŞê ve pêk hatine. Kurdan bê guman piştgirî ji hêzên hewayî, ji hêzên taybet ên Fransî, Amerîkî wergirtin.

Di dawiyê de, bi taybetî Kurd in ku di şerê li dijî DAIŞê de piştgirî dane me. Erkekî me li hemberî Kurdan heye û em nirxên hevpar, armanceke hevpar parve dikin ûji ber vê yekê, divê em îro bibin garantorên otonomiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê û şiyana wê ji bo avakirina çarenivîsa xwe, wekheviya jin û mêran, xizmetên giştî, demokrasiya herêmî, ev destkeftiyên van deh salên dawî ne li bakur-rojhilatê Sûriyeyê.

Divê ev di Sûriyeya paşerojê de were parastin û bê guman ev divê di nav welatekî federal an jî navendî de derbas bibe ku rêzê li pêkhateyên xwe yên cuda, herêmên xwe yên cuda bigire. Ez bi rastî hêvî dikim ku ev e ya ku Sûriye dê di salên pêş de ava bike lê ez her wiha girîngiya xeteran, mezinbûna talûkeyan jî dizanim û ji ber vê yekê ez dizanim çi qasî girîng e ku Fransa bibêje ku bi her hal ew dê kurdan biparêze, ew dê her tiştî bike da ku Kurdên bakur-rojhilatê Sûriyeyê biparêze.

Rûdaw: Hûn di wê baweriyê de ne ku Ehmed Şer karibe sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê ava bike?

Rémi Féraud: Ez hêvî dikim. Dê zehmet be. Ew ne bi tenê ye. Di hevgirtina ku ew aniye ser desthilatê de hêzên dijber hene. Bi her halî, ev alî ye ku divê mirov tiştan ber bi wir ve bibe. Divê mirov her wiha nîşan bide ku Sûriye tenê bi vê mercê dikare cihê xwe û her wiha pêşketina aborî, şiyana xwe ya ji bo armanca ber bi pêşerojê ve û ji bo ji nû ve dîtina cihê xwe di nav civaka navneteweyî de di nav hemû neteweyan de bibîne.

Rûdaw: Avakirina sîstemeke ku hemû neteweyên Sûriyeyê tê de hevbeş bin çi qasî di berjewendiya aramiya herêmê û aştiya cîhanê de ye?

Rémi Féraud: Eger Sûriye karibe çarenivîsekê bixuliqîne ku tê de hemû pêkhateyên civakî beşdarî vejîna siyasî bibin, Sûriye dê bibe modelek. Sûriye dikare bibe modelek, em niha ji vê dûr in lê ev divê armanc be ji ber ku bê guman, Sûriye dewleteke girîng e di herêmê de, bi cihê xwe yê cografîk û bi tevahiya pêkhateyên civaka Sûriyeyê.

Ji ber vê yekê bêguman ku Sûriye, eger ew dixwaze wekî dewletek, wekî dewleteke bi serweriya xwe, armanca xwe ber bi pêşerojê ve bibe, divê tevahiya pêkhateyên xwe tevlî bike. Ev pêdiviyeke reha ye. Ez hêvî dikim ku serokê nû yê Sûriyeyê ji vê bîrdar e, bi rastî, vê armancê parve dike. Ez ne piştrast im û ez bawer nakim ku ev dê bêyî zexteke xurt, navtêdaneke navneteweyî ya xurt jî pêk were.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, wekî hûn agahdar in biryar e li Parîsê parkek bi navê Pêşmerge were vekirin, ev çi qasî girîng e ji bo nasandina Kurdistanê û Kurd li Fransayê û her wiha ev biryar çawa pêk hat?

Rémi Féraud: Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê soz daye ku cihekî li Parîsê bi navê Pêşmerge bi nav bike, da ku hem pêwendiya me bi Kurdan re nîşan bide û her wiha jî da ku Parîs karibe wekî paytexta azadiyê, paytexta Fransayê, ku ji bo tevahiya cîhanê sembola wêdetirî Fransayê temsîl dike û Pêşmerge li Parîsê werin naskirin. Ev her wiha rêyek e ji bo spaskirina Pêşmergeyan ku hem ji bo azadiya gelê kurd şer dikin, lê her wiha ji bo azadiya me hemûyan jî şer kiriye û berdewam dikin, bi taybetî li dijî DAIŞê.

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin