Senatorekî Fransî: Vexwendina Nêçîrvan Barzanî nîşana pêwendiyên baş ên Fransa û Kurdistanê ye
.
Senatorê Fransayê Remy Fegout derbarê beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Katedrala Notre Dame got, “Vexwendina Nêçîrvan Barzanî nîşana pêwendiyên baş ên Fransa û Kurdistanê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo beşdarî merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê bibe çû Parîsê.
Nêçîrvan Barzanî li gel gelek serok û serkirdeyên cîhanê beşdarî merasîmê dibe.
Fegout li ser pirsa derbarê hevdîtina Macron Nêçîrvan Barzanî got:
“Nizanim dê di navbera Serok Macron û Serok Barzanî de hevdîtinên fermî bên kirin.
Hêvî dikim bicivin û tiştên ku li Sûriyeyê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê diqewimin û rewşa Kurdan li Sûriyeyê gotûbêj bikin. Hêvî dikim Serok Barzanî çareseriyeke siyasî ya baş raber bike û bibe sedema gotûbêjan lê ti zanyariyên min li ser vê mijarê nînin.”
Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê hevpeyvînek bi dostê Kurdan Remy Fegout kir û ev jî pirs û bersiv in:
Ala Şalî: Ez dixwazim bizanim çima vekirina Katedrala Notre Dame ji aliyê serokê Fransa ve bûye kombûneke mezin a serkirdeyên cîhanê?
Remy Fegout Ji nû ve vekirina Katedrala Notre Dame merasîm û kêliyeke taybet e ji ber ku nûnertiya nasnameyekê dike. Roja 4ê Nîsana 2019an tê bîra min, çimkî ez wê demê li gel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ji bo rêwiyeteke fermî ji Kurdistanê vegeriyabûm. Em çûbûn Hewlêrê û li Dihokê di nav kampa penaneran de bûn. Gava em vegeriyan Parîsê, piştî sê rojan Katedral şewitî.
Ji bo me nedihat çaverêkirin. Em difikirin ku Katedrala Notre dame hilweşe, dê bircên Notre Dame bihêlin. Xweşbextane, beşek ji Katedrala Notre Dame ji hêla tîmên agirkujan ve hat parastin. Piştî vê yekê, hemû nîgarkêş û wênekêşên Fransayê ku di warê xwe de pispor in û dema 50 salên borî kar kirine, hatin vexwendin ji bo dûbare nûjenkirina Katedrala Notre Dame. Ev yek ji bo Fransiyan cihê şaneziyê bû û wê baş deng vedabû.
Her wisa nûjenkirin û dûbare vekirina Katedrala Notre Dame piştî pênc salan cihê kêfxweşê ye. Ev ji bo Fransiyan demeke serbilindiyê ye ku karî bi Lîstikên Olîmpiyadê yên 2024an ên ku vê havînê li Parîsê hatine lidarxistin were kirin. Her wiha dengvedanekeî baş hebû. Di heman demê de nûjenkirin û vekirina wê di heyama pênc salan de cihê şaneziyê ye.
Ev yek ji bo Fransiyan şanaziyek e, lewra serokê Fransa xwest ku hejmarek ji serokên dewletan vexwîne çalakiyek weha da ku cîhan bi tevayî şanaziyê bi vekirina Katedrala Notre Dame bike.
Ala Şalî: Katedrala Notre Dame bo Fransa û Ewropayê çi giringiyeke wê heye?
Remy Fegout: Notre Dame ya Parîsê semboleke olî ya Fransayê ye, gelek perestgeh bi navê Notre Dame hene û em jî jê re dibêjin Notre Dame ya Parîsê lê dema ku em dibêjin Notre Dame tê wateya Notre Dame ya Parîsê, ew li navenda Parîsê ye ku bi rastî sembola Parîsê û paytexta Fransa ye. Notre Dame ya Parîsê tevahiya dîroka Serdema Navîn dîtiye û herî baş di nivîsên Victor Hugo de hatiye behskirin.
Bûye şahida gelek bûyerên dîrokî, di nav de mirina Napoleon û azadkirina Fransayê sala 1944an. Ji bilî ku ji bo hemû Fransiyan sembolek olî û sembola Fransa ye, di heman demê de yek ji sembolên Parîsê ye û dema şewtî me zanî bi çi qasî taybet û hestyar e di dilê Fransiyan de. Katedrala Notre Dame di 800 salên borî de bêhempa ye û wekî semboleke neteweyî ya komarên berê û yên niha bi rola xwe rabûye.
Ala Şalî: Birêz Fegout, wekî hûn jî dizanin, Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî di merasîmê de beşdar e, ez dixwazim bizanim ku Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî ji bo Fransa çiqas girîng in?
Remy Fegout: Ez vexwendina Serok Nêçîrvan Barzanî wekî nîşana hebûna pêwendiyên baş ên Fransa û Kurdistanê dibînim. Belgeya wê yekê ye ku Fransa, bi taybetî Serokê Fransayê Emmanuel Macron girîngiyê dide Kurdistanê. Ez bi vê pêngavê kêfxweş im.
Serokê Fransayê ji dubare vekirina deriyê Notre Dame serokê hinek welatan vexwendiye wan kom dike. Ev demeke pir taybet e ji bo Parîsê û ji wan re dibêje careke din li Parîsê binêrin. Serokê Franseyê bi taybetî serokê herêmeke bêdewlet vexwendiye ku nûneratiya gelê Kurdê Îraqê dike lê bi baweriya min ev nîşana wê yekê ye ku gelê kurd û Fransî careke din hevdu nas dikin û ez kêfxweş im bi vê gavê.
Ala Şalî: Bi dîtina we di vê merasîma mezin de, bi amadebûna serkirdeyên van hemû welatan, hûnê li ser tiştên ku diqewimin, rewşa Sûriyê û pirsgirêka Kurd gotûbêjan bikin?
Remy Fego: Nizanim dê di navbera Serok Macron û Serok Barzanî de hevdîtinên fermî bên kirin. Hêvîdar im her du bicivin û tiştên ku li Sûriyeyê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê diqewimin û rewşa Kurdan li Sûriyeyê gotûbêj bikin. Piştrastî û nîgeraniyên derbarê bûyerên paşerojê ku diqewimin, bi taybetî li dijî rejîma Beşar Esed û herwiha nîgeraniyên Kurdên Sûriyeyê. Hêvî dikim Serok Barzanî çareseriyeke siyasî ya baş raber bike û bibe sedema gotûbêjan lê ti zanyariyên min li ser vê mijarê nînin.
Ala Şalî: Birêz Fegout, haya we ji rewşa Sûriyê heye. Piştî êrişên Heyeta Tehrîra Şamê (HTŞ) û her wisa komên çekdarên tundrew ên Sûriyê, Kurd bi giştî li Sûriyê û bi taybetî Kurdên Êzdî bi rastî li jêr metirsiyê ne û pir ditirsin û hest bi tirsê dikin. Gelo Fransa ji bo parastina wan Kurdan çi dike?
Remy Fegout: Ti hevsoziya min ji rejîma Beşar Esed re nîne lê cihgirtina Beşar Esed ji aliyê komên çekdar ên cîhadî ve ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ev bi tevahî cihê dilgiraniyê ye, di heman demê de ji bo Sûriyeyê, Kurd û Êzdiyan. Em piştgiriyê didin bakurrojhilatê Sûriyeyê ji bo bidestxistina otonomiyê, me ev yek di van salên dawî de kiriye û divê em alîkariya wan bikin.
Hêvî dikim Fransa bangî civaka navdewletî bike ku Kurd, Êzidî û yên din jî wek mînak Ereb, Xiristiyan û hemû kesên li Sûriyeyê dijîn biparêze û wan ji guherînên demografîk li deverên rojhilatê Sûriyeyê biparêze.
Ev bi rastî tiştek e ku em pir pê re mijûl bûne, ez hêvî dikim ku karekterên siyasî yên Fransî ji bo parastina kurdan li Sûriyê hewleke cidî bidin.
Ev yek ji bo Fransiyan şanaziyek e, lewra serokê Fransa xwest ku hejmarek ji serokên dewletan vexwîne çalakiyek weha, da ku cîhan bi tevayî şanaziyê bi vekirina Katedrala Notre Dame bike.
Ala Şalî: Nêzîkî 15 hezar Kurdên ku dixwestin ji Şehbayê li parêzgeha Helebê derbasî herêmên di bin kontrola HSD de bibin, ji aliyê komên çekdar ên tundrew ve hatine birin û winda ne. Ma ne pêwîst e ku civaka navneteweyî li ser wan bê deng nemîne?
Remy Fegout: Bi ya min êdî dem hatiye civaka navneteweyî ew bipêşketinên li Sûriyeyê ku pêşbînî nedikirin û divê desthilata bakurrojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bikin, desthilata otonomiyê ya bakurê Sûriyeyê. Ji ber ku ew tevahiya xelkê navçeyê yê herêmê yê di bin desthilata wan de diparêzin.
Ji ber ku ew ji paytexta xwe, ji Reqayê, ku li çola nêzî sînorê Tirkiyeyê ye, ji bo pêşxistina projeyeke siyasî ku bi temamî tê teqdîrkirin û destekdayîn heq dike, dixebitin.
Ji ber ku modela demokrasiyê ya heyî li herêmê rêzê li azadiya jin û mêr digire, xizmetê dide û jîngehê diparêze.
Ji ber ku ev modela niha ya demokrasiya herêmê ku rêzê li azadiya jin û mêr digire, xizmetguzariyan pêşkêş dike û jîngehê diparêze, ev yek ji sedeman de ku divê civaka navdewletî wan biparêze, di heman demê de piştî dagîrkirina Helebê ji aliyê komên cîhadî ve, em dibînin baş e em hay ji Kurdan hebin.
Ez baş dibînim ku Fransa serkirdatiya civaka navdewletî bike ji bo parastina otonomiya bakurrojhilatê Sûriyeyê.
Ala Şalî: Niha DAIŞ ketiye çend deverên artêşa Sûriyê li parêzgehên Reqa û Dêrezorê, hûn vê yekê wekî metirsî nabînin?
Remy Fegout: Erê, bê guman ev metirsiyeke pir mezin e, ez hêvî dikim ku civaka navdewletî hewl bide ku tevahiya gelê Sûriyeyê biparêze, bi taybetî Kurdan li bakurrojhilatê Sûriyeyê, hêvî dikim ku cuda be. Vêga civakeke kurdî li wê derê heye ku di nav xwe de li hev dikin, çimkî bi rastî pêdiviya me bi wan heye, bo rûbirûbûna komên cîhadî û dagirtkeriya Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan û aramiya herêmê û her wisa divê rê li ber destwerdana Îranê li siyaseta navxweyî ya welatan û deverê bê girtin.
Pêwîstiya me bi damezrandina herêmele din nîne, a ku Tirkiyê dike hertim dijî Kurdan e, bi rastî pêdiviya Kurdên Sûriyeyê bi alîkariya me heye û divê em piştgiriya wan bikin ji aliyê siyasî ve, dibe ku ji aliyê leşkerî ve jî.
Bi giştî divê zexteke siyasî û dîplomatîk li ser Tirkiyeê bê kirin bo rawesstandina piştevaniya rasterast ji bo komên cîhadî ku îro berdewam in di dagirkirina xaka Sûriyeyê de û ev gef e û divê em cidî wergirin. Gava Kurd berevaniyê li xwe dikin ango berevaniyê li me dikin.
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin