Senatorên Amerîkî: Biryar, wê Kurdan bixe metirsiyê
Senatorê Komariyan Lindsey Graham rexne li biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê digre û xeletiyeke "weke xeletiyên Obama" bi nav dike.
Li Amerîkayê jî beşek ji senator û kongresman rexne li vê biryarê digirin ku herdu Senatorên Partiya Trumpî bixwe ne.
Lindsey Graham yek ji wan kesan e ku bi tundî li dijî biryarê sekinî. Biryara vekişandina "hêza biçûk" a Amerîkayê ji Sûriyê weke "xeletiyeke gelek mezin a weke xeletiyên Obama" bi nav kir. Herwiha ragihand: “DAIŞ li Sûriye û Iraqê bi dawî nebûye.”
Graham dibêje: “Serok Trump karekî rast dike ku hewla sekinandina hejmûna Îranê dide. Lê vekişîna ji Sûriyê wan hewldanan qut dike û hevpeymanên me ku Kurd in, dixe metirsiyê.”
Senatorê Komariyan Lindsey Graham, siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê weke "aloz" bi nav dike û dibêje ku ev dê bibe sedema wê yekê ku welatiyên Amerîkayê li herêmê zêdetir bikevin metirsiyê.
Lindsey Graham vê pêngava îdareya Trump weke sedema wê yekê dibîne ku xewna vegera DAIŞê li herêmê zêdetir bike.
Senatorê Komariyan Marco Rubio jî dibêje ku bi awayekî bilez vekişîna ji Sûriyê dê bibe sedema wê yekê ku Kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şerê dijî DAIŞê bi dawî bikin û "Sûriyê bidin destê dijminê herî mezin ê Îsraîlê".
Marco Rubio vê biryarê weke "xeletiyeke metirsîdar" bi nav dike û dibêje ku "dê encam û bandoreke xirab li ser Amerîka û Îsraîlê çêbibe, tenê DAIŞ, Îran û Hizbullah qezenc bikin".
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin