Senatoya Amerîkayê li dijî Tirkîyê biryareke nû pesend kir
Senatoya Amerîkayê sepandina sizayan a bi ser Tirkîyê de pesend kir.
Navenda Nûçeyan- Ji ber êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî ji alîyê wî welatî ve, ji alîyê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê proje-yasayek hatibû qebûlkirin, îro Senatoya Amerîkayê ew proje yasa pesend kir.
Piştî vê qonaxê proje-yasa dê ji bo îmzekirinê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re were pêşkeşkirin.
Di wê proje-yasayê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgerîyeke mezin li ser Tirkîyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser ser aborî û pîşesazîya Tirkîyê de ji xalên girîng ên wê ne.
Proje-yasa ji ber kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî ji alîyê Tirkîyê ve, veguhestina firokeyên şer ên F-35 bo Tirkîyê qedexe dike ku di hilberînê de hevbeşê Amerîkayê ye.
Herwiha proje-yasaya navborî sizayan ji bo projeya TurkAkim jî lixwe digire.
Wezareta Derve ya Tirkîyê jî bersiv da û dibêje: “Bila gumana ti kesî nebe ku li dijî van tevgerên li hember Tirkîyeyê, dê tedbîrên pêwîst werin sitendin."
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin