Şerê bazirganiyê 5 trilyon dolar zerer gihand şirketên Amerîkayê

Şerê bazirganiyê 5 trilyon dolar zerer gihand şirketên Amerîkayê

.

A+A-

Ji ber şerê bazirganiyê, li Amerîkayê tenê di nava 2 rojan de kompanyayan 5 trilyon dolar zerer kiriye.

5 trilyon dolar bi qasî ji sedî 5ê hemû hilberîna cîhanê ye û zêdetir e ji qewareya aboriya 85 welatên cîhanê.

Tevî vê ziyana mezin, Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê parastina siyaseta hikûmeta welatê xwe dike.

Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Howard Lutnik da zanîn:

“Amerîka berhemên hemû welatan dikire. Ew jî berhemên me dikirin.

Divê miameleya rast bi me re bikin.

Di dema dirêj de û di navînê de jî, divê hêviya wê were kirin ku dê borsaya Amerîkayê pir baş bilind bibe.”

Jihevketina bazarên cîhanê piştî wê dest pê kir ku roja çarşemê Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku bi rêjeya ji sedî 10 heta ji sedî 49 bacê li ser welatan ferz bike.

Çînê bertek nîşan da û piştî biryarê bi rêjeya ji sedî 34 bac bi ser hemû kel û pelên Amerîkayê de sepand, daketina borsayên cîhanê bileztir kir.

“Çînê jî bersiv daye”

Şirovekara bazarên darayî Siz Sutelê anî ziman:

“Tiştê ku jihevketina bazaran zêdetir kiriye, mezinbûna vî şerî ye ku Ewropayê hîn bersiv nedaye.

Dibe ku ew jî tiştekî bikin. Kompanyayan wisa zanibû ku sepandina bacên gumrikî taktîkek e ji aliyê Amerîkayê ve ji bo danûstandinan lê wisa derneket.

Bûye mijareke rastî û Çînê jî bersiv daye.”

Nezelalbûn, ziyana herî mezin li bazaran dide, heta Bankaya Navendî ya Amerîkayê jî dibêje ku heta salekê dê li ber berçavên wan zelal nebe.

Serokê Bankaya Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell got:

“Em li rastî nezelalbûneke mezin hatine.

Metirsiya zêdebûna rêjeya bêkariyê û zêdebûna bihayan heye.

Birêvebiriya nû ya Amerîkayê di 4 warên bazirganî, budçe, koç û yasadanînê de siyasetên xwe diguherîne.”

Bankaya JP Morganê diyar kir ku bi îhtimaleke mezin, aboriya cîhanê îsal rastî sistbûnê tê.

Sistbûna aboriya cîhanê, kêmbûna daxwaza petrolê bi xwe re tîne, ev jî bûye sedema daketina nirxê petrolê tenê di du rojan de.

Jihevketina bazarên borsayê yên cîhanê û dilgiraniya ji sistbûna aboriya cîhanê, zerereke mezin jî gihandiye zêr ku di 2 rojan de onseke zêr 130 dolarî daketiye û niha li dora 3 hezar û 37 dolaran tê firotin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin