Şerê Sûrîyê: Tirsa Tekçûna Rewşa Mirovahî
.
Têkraya rêkxistinên mirovahî yên cîhanê hişdarîyê ji derdekî dî yê mirovanî li Sûrîyê didin piştî ku gelên Sûrî rastî çendîn wêrankarîyan hatî di 13 salên şerê navxweyê welat de.
Niha jî ku bajarê Helebê û herêma Şehba ketine jêr destê komelên çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam, bi milyonan xelkê wan herêmên Sûrîyê rastî rewşek mirovanî ya xirab dibin.
Jiber vê, Komisyona Netewên Yekbûyî ya taybet bi Sûrîyê bang li hemû alîyan dike ku “rêzê li yasayên navdewletî bigirin û sivîlan biparêzin.” Ev di demekê de ye ku şer û pevçûnên dijwar ji 27ê Mijdarê ve zêde bûne, û metirsîya belavbûna wan li beşên dî yên welat heye.
Serokê Komisyonê Paulo Sérgio Pinheiro got, "Divê hovîtîya salên borî dubare nebe, eger na dê Sûrîye ber bi arasteyek nû ya hovîtîyê ve bibe."
Li gora hejmarên Rêvebirîya Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka li Encûmena Penaberan ya Norwêcê (NRC), “nêzîkî 17 mîlyon kesan pêdivî bi alîkarîyên mirovî heye zêdebarî bi hezaran kesên vê dawîyê ji Libnanê koçber bûne.”
Rêvebira (NRC) Angelita Caredda li ser alozîya li Sûrîyê daxweyanî da û dibêje, pevçûnek ne kontirol kirî dê şîyana gelên Sûrî ya peydakirina debara malbatên xwe bêtir xera bike.
Awareyên ji herêma Şehba û bajarê Helebê xwe digehînin deverên aram bi taybet li Tebqqa yê dibêjin pêdivîyên wan zor û lezgîn in û sermaya zivistanê ew şepirze kirine.
Rêkxistinên mirovanî yên cîhanê dibêjin ku divê rêk li qonaxek din ya rûdanên xwînriştinê li Sûrîya were girtin. Di 13 salên borî de bi mîlyonan ji gelên Sûrî penaber û derbider bûne, rastî birîbûnê hatine, li şûna ku civakên wan geşebikin, paşde cone û niha bi hêvîya jîyanek aram in jibo paşerojek baştir ji zarokên xwe re.
Daxuyanîya roja Duşemê ya UNICEF ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê piştrast dike ku, “ji 27ê Mijdarê û vir ve zêdetirî 48 hezar û 500 kes, bi piranî zarok û jin, koçber bûne. Piranîya wan zarokan jiber krîzên berî niha jî gelek caran ji cih û warên xwe hatine derxistin.”
Sebaret alozîyên dawî li Bakurê Rojavayê Sûrîyê, rêvebirê UNICEFê Edouard Beigbeder dibêje, "Li Sûrîyê, zarok rastî yek ji aloztirîn rewşên awarte yên cîhanê tên. Ew rewş ji sedema şerên demdirêj, awarebûna çend caran ya sivîlan, têkçûna aborî, derketina nexweşîyan, û erdheja wêranker."
Beigbeder dibêje ku zarokên Sûrîyê hêjayî wê ne ku di nav aramî û ewlehîyê de bijîn û divê em bi hemû hêza xwe jibo parastina jîyan û paşeroja wan kar bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin