Şerefkendî, Rêberek bo demên dijvar

Şerefkendî, Rêberek bo demên dijvar

.

A+A-

N. Elî Munezemî

Heya niha lêkolînek berfireh ku hemû aliyên jiyana siyasî a dr. Şerefkendî ji xwe bigre, nehatiye kirin û gelek aliyên jîyana wî rêberê jîr û aqilmend her bi veşartî mane û bêhtir nav û navdariya wî di peyvendî ligel bûyera şehîdbûna wî, û dadgeha terorîstên îranî li dadgeha Mîkonosê ve hatiye girêdan û kêmtir bas li rola wî a mezîn û bi bandor li şoreşê de hatiye kirin û ew yek jî kêmasiyek mezin e bo nivîskar, şirovekar, rewşenbîr û lêkolînerên kurd û bizava rizgarîxwazî a Kurdistanê. Li ber hindê ew kurtegotara hatiye nivîsîn ku balê bikîşîne ser wan aliyên weşartî yên jiyana wî rêberê navdar û nivîskarên kurd teşwîq bike ku li vî aliyê jiyana dewlemend a Şerefkendî binêrin.

Şerefkendî di serdema xebata xwe ya şoreşgerî de zaf caran bi zanatiya xwe, bizava rizgarîxwaziya kurdan di Rojhilatê Kurdistanê de li tehdîd û gefên dijmin û xayinan parast.

Tê gotin ku gava paşmayiyên grûpa xayîn a 7 kesî bi xayinitî û piştgiriya dijmin û berevankarên dijmin dixwestin li Bakûrê Rojhilatê zerbeyên mezin li pêşmergeyên PDKÎê bidin û wan herêman li dest şoreşgeran derxînin û teslîmê destê dagîrkerên Îranê bikin, dr. Şerefkendî ku bi pîlanên wan û bi nav gotûbêj tevî karbidestên rejîma terorîstî tevî PDKÎê hatibû wê herêmê, lê ewan pîlana kuştina Şerefkendî û têkdana şoreşê di wê herêmê de hebû, Şerefkendî karî bi mudîriyet, jîrîtî û desthilatdariya xwe wan pîlanan li valahiyê derxîne û li alîyekê şoreşê biparêze û li hêla din jî wan xayînan li refên şoreşê pakij bike û ewan hind tengav bike ku ew havara xwe bo xwefiroş û erbabên xwe yên dagîrkar bibin. Şerefkendî di heman demê de bo zelalkirina rêya rast a xebat û berxwedanê, bi cesûrî xwe dike mertalê parastina axa Kurdistanê û parastina hêza pêşmerge û carek din hem şûnpêyên hizba demokrat li herêmê de qahîm dike û hem jî bi dijmin dide selimandin ku ew hind xwedî zanist û tecrubeyên rêberiyê ye ku dikare li demên herî dijvar de biryarên rast û bihêz bide û tama tal a şikestê bi dijmin bide tamkirin.

Şerefkendî di jiyana xwe a siyasî de zaf caran ew aliyên jêhatî yên kesayetiya xwe di meydana piratîkê de xistin ber çavên dost û neyaran. Ew her tim li hêlên neteweperwerî û welathezî a partiyê xwedî derket û qet mecal û derfet neda ku kes bikaribe wê partiyê li siyaseta wê a realîstane û rast bi rêya şaş de bibe.

Şerefkendî piştî şehîdbûna dr. Qasimlo jî ew karakterên kesayetiya xwe bi berfirehî û rengîntir da eyankirin. Ewî karî ku nehêle piştî şehîdbûna Qasimlo, netewe, pêşmerge, dost û alîgirên hizba demokrat bê hêvî bimînin. Ew hem wan re bû cihê hêviyê û hem jî ew fêr kirin ku tehemula hemû birînek kûr û bi êş û jan bikin û çi dibe bila bibe, lê hêviya xwe winda nekin. Ew tovê hêvîyê bû ku Şerefkendî di hizr û dilê neteweya xwe da çand. Li ber ku Şerefkendî karî ders û şîretên Qasimlo bîne bîra neteweya xwe û digot ku «eger em hemû ders û şîretên Qasimlo li yek desrê de kurt bikin, ew ders ewaye ku ewî bala me kişande ser hêz û şiyana me û em têgihîştandin ku eger me baverî bi xwe hebe û pişta hev bigrin, em xwediyê hind hêzeke xurt in ku dijmin dihejîne û tûşê vepirpitîna ber mirinê dike.»

Ewî û dr. Qasimlo em fêr kirin ku li ser piyê xwe bisekinin û şehîdbûna wan me hind xembar neke ku em nekarin dirêjiyê bidne şoreşê. Ewan xwest ku di nemana wan de jî em alaya xebata wan bilind rabigrin û li heman demê de ku em wan û hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr bînin, lê her wisa cehdê bikin ku armancên wan bikin rastî û realîze bikin.

Ez baver im ku nifşa niha ku hem nifşek jîr û hem xwediyê hest û xîretek bilind e, yê Şerefkendî xwe re bikin sembola berxwedanê û bi têgihîştin li kesayetî û jiyana Şerefkendî, yê faşîst û dagîrkeran li Kurdistanê bavêjin derve û bi serketina şoreşê, ruhê Şerefkendî û hemû şehîdan şad bikin. Ew roj ne gelek dûr e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin