
Serfermanderên Rûsya û Tirkîye liser Idlibê axifîn
Serfermanderên leşkerî yên Rusya û Tirkîye di pêwendîyek telefonî de, babeta Idlibê gotûbêj kirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Serfermandarê artêşa Tirkîyê Yaşar Guler û Serfermandarê artêşa Rusyayê Valery Gerasimov pêwendîyek telefonî encam dan. Hate ragihandin, ku mijara sereke ya pêwendîyê rewşa Idlibê bû ye.
Serfermanderê Artêşa Tirkîyê Guler di hevdîtinê de topbarana Rejima Surîyê û Rusya anîye rojevê.
Herwiha ji Serfermanderê Rusyayê xwestîye, ku êrişên Rûsya û rejima Sûrîye li ser Idlibê rawestin.
Serfermanderê Artêşa Rusya Valery Gerasimov jî daye zanîn, ku pêwist e Terorist ji Idlibê derkevin, ku dibin sedema bêaramîyê. Herwiha daxwaz ji Yaşar Guler kirîye, ku çekan nedin rexistinên terorist.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin