Serhildan bo nan e yan bo sernixûniya dîktatoriyê ye? - Nûredîn Sofîzade*
.
Nûredîn Sofîzade
Di heyama wan 44 salên desthilata rejîma Melayan de, ku wekî teyrekê şevê (Peleçemk) perê reş ê xwe li ser Îranê de kêşaye, xelk ji mafên herî destpêkî ên xwe hatine bêparkirin, azadiya siyasî, olî, hizbî, hizrî, civakî, netewî, çandî, sinfî, aborî, hatine bêparkirin û heçî kes û aliyekî behsa wan mafan kiribe, bi sûçê lidijî nizamê, sîxorên byaniyan, tohîn bi rêber, şer li dijî xwedê “Muharib” li dijî şoreş, minafiq û li dijî ewlehiya netewî, cezayê herî giran bi ser de hatiye sepandin, ku sêdare, gullebarankirin, îşkence, hepsa dirêj heyam û dûrxistin bûye.
Di wî heyamî de gelek caran xelkê li dijî wê dîktatorî û bêdadiyê serî hildane û berxwedane, lê mixabin, gelek nekêşaye ku girseya serhildan û nerizayetiya xelkê hatiye tepeserkirin, lê, ev bi vê wateyê nebûye ku rejîm serkevtî bûye û kariye bi yekcarî dengê nerizayetiyê kip bike.
Mînakên herî berçav jî, serhildana xwendikaran a li 8`ê Tîrmeha 1999`an, Nerizayetiya seranserî ye piştî hilbijartina serkomariyê di sala 2009`an de, serhildan Xezelwera 2019`an li derheq giran bûna nirxa Benzînê û herwisa dehan nerizayetî û serhildanên herêmî neteweyên bê maf wekî, serhildana xelkê rojhilatê Kurdistanê bona nerizayetî li hemberî girtina Ebdula Ocelan rêberê PKK ê di sala 1999`an, nerizayetî bi hilkevta kuştina hovane ya lawekî Kurd li Mehabadê bi navê Şivane Seyîdqadirî, çendîn caran xwenîşandana xelkê herêmên El Ehwazê û Belûçistanê li dijî zilma rejîmê ji wan netewane ye.
Yêk ji pirsgirêkên herî sereke ku rejîm dikare wan xwenîşandanan tepeser bike, mixabin nebûna yek dengiya seranseriye, ev mînakên ku li jorê amaje pê hatine kirin, nerizayetî, yan xwenîşandanên hêminane nebûn, belkî hemî serhildan û şoreş bûne, ewa jî jibilî xwenîşandanên berdewame sinfên cuda cuda bona daxwaziyên mafê xwe wekî Mamoste, kirêkar, jin, xwendikar, karmend û yên dinê ye.
Pirsyar ewa bû ku, çima ev serhildan û şoreşa xelkê Îranê yêkdest nine û tu caran nabe seranserî, ku bê guman hekî carekê bibe seranserî, êdî rejîm nikare tepeser bike û dê bibe sedema sernixûniya yekcariya wê rejîma dîktator.
Bersiv renge bal hemî kesê hebe ku, bi raya min sedemên sereke evin:
Nebûna hevahengiya seranserî bona danana pilana serhildanê.
Nebûna hêleke rohn ku xelk bo xwe bike pilatform.
Nebûna altirnatîv anku biguherînên rejîmê.
Tirsandina xelkê ji ewa ku li egera nemana wê rejîmê, renge Îran wekî Sûriye jê bê.
Nebûna piştewaniya derekî.
Nebûna hêz û aliyekî siyasiya bi hêz a opozisyona seranserî ku xelk peyrewiyê jê bike.
Tirsa neteweya serdest anku Fars ji perçe perçe bûna Îranê li egera sernixûniya rejîmê .
Belê ku wisaye çi rêkek dimîne pêşya xelkê ku bikarin stûnên kela zordariya wê rejîmê biherifînin?
Bersiva wê pirsyarê jî renge cem zaf kesan hebe, lê ez bawerim rêçara sereke bo serkevtinê ewin:
Hekî çi navengerayên şivînîsm ji tirsê perçe nebûna Îrana xwe ya ezîz amadene hemî dîktatorî û rezaletekê qebûl bikin, lê, aliyê kêm neteweyên wekeKurd, Belûç, Ereb, Azerî, Tirkimen, ku %70 heşemeta Îranê pêk tînin, hekî bikarin bername û rêberî û hevxebatiyekî micid gel hev çê bikin, bê guman ewa hezkin dê bikarin bikin û ne rejîm û ne bîroka panîranîzmê nikarin tepeser bikin.
Mixabin dema ku bi her hincetekê gelên weke, Ereb, Kurd, Belûç û Azerî, di yek ji navçeyên taybet bi xwe li dijî rejîmê serî hildidin, tu caran neteweyên hevçarenivîs ên din bona piştewanîkirina wê neteweya serhildayî pêngavek nehavêtine û tenê maye û rejîmê bi hemî hêza xwe ve di heyamê çen rojan de tepeser kiriye.
Niha ku ev çen rojin xelkê parek ji bajarên başura Îranê ku, bêtir bajarên neteweyên bêmafin, serhildan kirine, hekî çi ev pirsa ku wan li ser xwenîşandan kirine, taybet bi wan tenê nîne û mesela seranserî ya xelkê Îranê ye, lê, dîsan ew nerizayetî ji çen bajarên biçûk derbas nebûye.
Renge îrorojê xelkê Tehran, Meşhed, Tevrêz, Îsfehan, Şîraz, Qezwîn, Qom û yên dinê ji hemî kesî zêdetir ezaba rewşa xerab s aborî dikêşin, lê, amadene hemî dijwariyekê bikêşin, birsî, bêkar, hejar, zobale gerd, dizî, û dehan rojreşiyên dinê qebûl bikin û amadene bin sîbera wê dîktatoriyê de bi serşorî bijîn ku kerameta miroviya xwe jî ji dest bidin, tenê ji tirsê hindê ku renge li egera sernixûniya rejîma dîktatora Axundî de, neteweyên bê maf ên Îranê jî bigihîjne mafê destpêkî ên xwe.
Lewma kite çareser ewe ku hemî neteweyên bê maf ên Îranê û part û aliyên siyasî wan, carekê bo hemî caran gel hev rêk bikevin û tu caran benda navend gerayên sîvînism û piştewaniya derekî nemînin, ger tifaqek di nava wan neteweyan de bê çêkirin û bibine hêzekî xwedî şiyan, bêguman ruyê meselê hingê bi temamî dê bête guherîn û hem dê piştîvaniya derekî peyda bibe, hem jî pareke zaf a netewaeya serdet dê lahiya bike ku tu derî jêre wekî, û hem bê guma ev hêz û hevxebatî dê gelek zû bikare bi ser dîktatoriya îslamî de serkeve.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin